Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Amos 9:9 - Kurmanji Încîl

9 “Va ye, ezê emir bikim û Mala Îsraêl Di nav hemû miletan de bihejînim. Ezê wekî bêjingê bihejînim, Lê wê libek jê nekeve erdê.

Gade chapit la Kopi




Amos 9:9
14 Referans Kwoze  

«Şimûn, Şimûn, va ye, Îblîs xwest ku we wek genim li bêjingê bixe.


“Wê Xudan te ji serê dinyayê heta binê dinyayê di nav hemû gelan de belav bike. Tê li wir xulamiya îlahên dar û keviran bikî ku tu û bav û kalên te nizanin.


Hilma wî wekî lehiyê ye Bi qasî bejna mirovekî rabûye. Wê miletan Di bêjinga helakê re derbas bike Û lixabekê li devê gelan bixe Ku wan averê dike.


Ezê we di nav miletên din de belav bikim û li dijî we şûrê xwe ji kalanê wê derxim. Wê welatê we bibe wêrane û bajarên we bibin xerabe.


“Heke ev pergal ji ber min rabe, Wê ziriyeta Îsraêl jî heta hetayê ji miletbûnê derkeve!” Ev e gotina Xudan.


Gotina Xudan ev e: “Ya Aqûbê xulamê min, netirse! Çimkî ez bi te re me. Tevî ku ez hemû miletên ku min tu li nav wan belav kirî, Bi tevahî biqedînim jî, Ezê te bi tevahî neqedînim. Ezê te bi pîvan terbiye bikim Û bêceza nehêlim.”


Ezê ji çar aliyên ezmanan, Çar bayan bi ser Elamê de bînim. Ezê wan ber bi van hemû bayan ve belav bikim. Wê tu milet tunebe ku Sirgûniyên Elamê neçin ba wan.


Wê rojê wê Xudan ji Ferata bi coş biherike heta Geliyê Misrê, bêndera xwe gêre bike û yek bi yek we bide hev, ya Îsraêlîno!


Genim ji bo nan tê hêrandin, Lê hergav nayê kutan. Tekelê erebeyê û hesp Di ser wî re derbas jî bibin, Genim naperçiqînin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite