Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Amos 9:7 - Kurmanji Încîl

7 Gotina Xudan ev e: “Ya gelê Îsraêl! Ma hûn ji min re ne wekî Kûşiyan in? Ma min gelê Îsraêl ji welatê Misrê, Filîstî ji Kaftorê û Aramî ji Qîrê dernexim?

Gade chapit la Kopi




Amos 9:7
14 Referans Kwoze  

Çimkî ew roj tê. Roja xerabûna hemû Filîstiyan Û helaka hemû alîgirên Sûr û Saydayê yên saxmayî, tê. Çimkî Xudan Filîstiyan xera dike Ku bermayiyên Girava Kaftorê ne.


Padîşahê Aşûrê guhdariya wî kir. Berê xwe da Şamê û bajar bi dest xist. Paşê xelkê wê derê sirgûnê bajarê Qîrê kir, Resîn jî kuşt.


Herwiha Kaftoriyên ku ji Kaftorê hatibûn, Ewayiyên ku li gundên heta Xezayê diman, tune kirin û li cihê wan man.–


Min hûn ji welatê Misrê deranîn Û çil salan li beriyê rêberiya we kir Ku hûn welatê Amoriyan ji xwe re bikin milk.


Ezê zirzeyên dergehê Şamê bişikênim. Ezê kesê li Geliyê Awenê rûdine Û li Bêtedenê gopal di destan de ye helak bikim. Ezê gelê Aramê sirgûnê Qîrê bikim” dibêje Xudan.


Xudan bi riya pêxemberekî, Gelê Îsraêl ji Misrê deranî, Bi riya pêxemberekî jî ew parast.


Ma kesê Kûşî dikare çermê xwe An piling dikare deqên xwe biguherîne? Kesê wekî te tenê hînî xerabiyê bûye jî, Nikare qenciyê bike.


Elamiyan tîrdank avêtin pişta xwe, Bi erebeyên şer, bi siwarên xwe re hatin. Gelê Qîrê mertalên xwe bilind kirin.


wê Padîşahê Aşûrê jî Misriyan wekî êsîran û Kûşiyan wekî sirgûnbûyî, ji ciwanan heta pîran, tazî, pêxwas û bi awayê qûntazî bide meşandin ku Misir şermezar bibe.


Wê rojê Xudan gelê Îsraêl ref bi ref ji welatê Misrê deranî.


Çimkî ez Xwedayê te Xudan, Pîrozê Îsraêl û rizgarkarê te me. Min wekî kefaret Misrê, Di ber te de Kûş û Sevayê da.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite