1 Min dît, Reb li ba gorîgehê sekinîbû. Wî got: “Li serikên stûnan bixe, bila binên wan bihejin, Li ser serê tevahiya gel wan perçe bike. Ezê saxmayiyan bidim ber şûran, Wê tu kes nereve, wê tu kes nefilite.
Keriyên her cure heywanên miletan, Wê di nav wê de razên. Wê bûm û jîjo jî Şeva xwe li ser stûnên wî derbas bikin. Wê li pencereyan dengê wan bilind bibe Û xerabe bi ser şemîkan ve bên xwarê. Çimkî wê nexşên dîwarên ji dara sedrê bên standin.
We got: ‘Na! Emê li hespan siwar bibin û birevin.’ Belê hûnê bi rastî jî birevin. We got: ‘Emê li hespên beza siwar bibin.’ Belê kesên dane pey we jî wê lingsivik bin.
Û milyaketekî din hat ku di destê wî de bixûrdanka zêrîn hebû û ew li ber Gorîgeha zêrîn rawesta. Gelek bixûr jê re hat dayîn, da ku li ser Gorîgeha zêrîn ya li ber text, bi duayên hemû pîrozan pêşkêş bike.
wê gavê wê şûrê ku hûn jê ditirsin li wir, li welatê Misrê bigihîje we. Xelaya ku hûn jê ditirsin jî wê li wir, li Misrê bi pêsîra we bigire û hûnê li wê derê bimirin.
“Loma Xudan wiha dibêje: ‘Wê jina te li bajêr bibe fahîşe Û wê kur û keçên te bên şûrkirin. Wê welatê te bi benê pîvanê bê pîvan Û tê li welatekî mirdar bimirî. Wê gelê Îsraêl esse ji welatê xwe bê ajotin.’”