8 Gotina Xwedayê Karîndar Xudan ev e: “Reb Xudan bi serê xwe sond xwar, Bîzê min ji quretiya Aqûb diçe, Ez ji qesrên wî nefret dikim. Loma ezê bajêr û her tiştê tê de bidim dest.”
Ezê bilindciyên we yên perizînê tune bikim û gorîgehên we yên bixûrê bînim xwarê. Ezê cendekên we bavêjim ser cendekên pûtên we, ezê ji we nefretê bikim.
Hemû gelê Cihûda yê li welatê Misrê rûdine, guh bide gotina Xudan! Xudan wiha dibêje: ‘Ez dibêjim, min bi navê xwe yê mezin sond xwar ku wê tu kes ji Cihûdayiyên li seranserê welatê Misrê rûdinin bi devê xwe êdî gazî navê min neke û nebêje: Bi navê Rebê Jîndar Xudan!
Gotina Xudan ev e: “Ez bi navê xwe sond dixwim: ‘Wê Bosra bibe mijara sawê û riswabûnê. Wê bibe nalet û wêrane, Wê hemû bajarên wê her û her wêran bimînin.’”
Wey li taca quretiya serxweşên Efrayîmê Û kulîlka çilmisî ya xweşikî û rewnaqiya wê Ku li ser deşta bi ber e. Wey li taca wan kesan ku li ber şerabê têk çûne.
Wey li mirovê dibêje: ‘Ezê ji xwe re qesreke mezin Û odeyên jor ên berfireh çêkim,’ Jê re pencereyan vedike, Bi dara sedrê kiras dike Û bi rengê sor boyax dike!