Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Amos 5:3 - Kurmanji Încîl

3 Çimkî Reb Xudan wiha dibêje: “Bajarek hezar şervanan dertîne, Lê wê sed zilamên wî sax bimînin. Bajarekî din sed zilaman dertinê, Lê wê deh zilamên Mala Îsraêl bimînin.”

Gade chapit la Kopi




Amos 5:3
10 Referans Kwoze  

Îşaya pêxember jî li ser Îsraêl weha diqîre: «Hejmara zaryên Îsraêl bi qasî seylaka ber deryayê be jî, bi tenê jêmayiyeke wan wê xilas bibe.


Ya Îsraêl, gelê te bi qasî sêlaka deryayê zêde be jî, wê tenê hinek bermayiyên wan vegerin. Biryara wêrankirineke tam adil hatiye dayîn.


Li welêt dehyeka mirovan jî bimîne, Wê dîsa bê şewitandin. Wekî darberû û darmaziyan, gava qelibîn, Wê tenê qurmê wan bimîne. Ziriyeta pîroz wê wekî wî qurmî be.”


Heke Xudanê Karîndar, Hinek ji me sax nehişta, Emê bibûna wekî Sodomê, Emê bibûna mîna Gomorayê.


“Tevî ku hûn bi qasî stêrên ezmanan zêde jî bûn, hûnê kêm bibin. Çimkî te guh neda dengê Xwedayê xwe Xudan.


Wê Xudan we di nav gelên din de belav bike. Di nav wan miletên ku Xudan we dişîne de, wê hejmara we kêm bibe.


Heke ji malekê deh kes mabin, wê ew jî bimirin.


Wê dewarên me xurt bin; Wê di sûrên me de qul neyên vekirin, Li kuçeyên me tunebe qêrîn.


Wê wisa bibe ku çawa Xudan bi qenckirin û zêdekirina we şa bû, wê di tunekirin û helakirin we de jî ewqas şa bibe. Hûnê ji ser wê axa ji bo ku ji xwe re bikin milk diçinê, bên rakirin û avêtin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite