Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Amos 2:6 - Kurmanji Încîl

6 Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên gelê Îsraêl, Ezê cezayê wan ranekim. Ew rastan ji bo pere, Hejaran ji bo cotekî çarox difiroşin.

Gade chapit la Kopi




Amos 2:6
21 Referans Kwoze  

Li ser gelê min pişk avêt. Wan kur wekî destmiza fahîşeyan dan, Ji bo şerabê keçik firotin û vexwarin.


We gelê Cihûda û Orşelîmê firot Yewnanan Û ji sînorê wan dûr xist.


Kesên bi gotinên xwe Mirovan sûcdar dertînin, Li dijî dadgerê dergehê bajêr dafik datînin Û bêsedem heqê rastan dixwin. Wê bên telefkirin.


Çimkî wan guh neda dengê Xwedayê xwe Xudan û peymana wî binpê kir. Wan guh neda tevahiya emrên Mûsayê xulamê Xudan û ew pêk neanî.


Padîşahê Aşûrê, Îsraêlî sirgûn kirin û ew li Halahê, li Gozana li ber Çemê Xabûrê û li bajarên Medan bi cih kirin.


Ku heqê belengazan averê bikin, Mafê bindestên gelê min bistînin, Jinebiyan talan bikin Û sêwiyan bişelînin.


Kesên pez kirîne serjê dikin lê cezayê xwe nakişînin. Kesên pez firotine jî dibêjin: ‘Şikir ji Xwedê re, va ye ez dewlemend bûm!’ Şivanên wan li ber wan nakevin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite