4 Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên gelê Cihûda, Ezê cezayê wan ranekim. Wan Şerîeta Xudan red kir, Qanûnên min pêk neanîn. Pûtên wan ew averê kirin, Ew pûtên ku bav û kalên wan jî da pey.
Gelo pût ji çi re ne? Mirov şikil dide pûtan û peykerên rijandî, Ma ji bilî xapandinê bi kêrî çi tê? Çima kesek baweriya xwe bi berhema xwe tîne Ku tenê pûtekî bêziman e?
Ji ber ku we got: “Me bi mirinê re peyman çêkir, Me bi diyarê miriyan re li hev kir. Gava belaya mezin derbas bibe Wê negihîje me. Çimkî me derewan ji xwe re kir sitargeh, Me xwe di bin hîleyê de veşart.”
Wê li ber roj, heyv û tevahiya nexşên ezmanan bên raxistin ku wan ji wan hez kir, xulamî kir, da pey wan, lê geriyan û deverû çûn erdê. Wê neyên civandin û neyên veşartin. Wê li ser axê wekî ziblê bimînin.
“Lê belê guhdariya te nekirin û li dijî te serî hildan. Şerîeta te avêtin pişt guhên xwe. Pêxemberên te yên ku ji bo ew li te vegerin, şahidiyê dikirin, kuştin. Çêrên gelek mezin jî kirin.
Gelê Îsraêl careke din tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wan ji pûtên Baal û Eştoretê, ji îlahên Aramî, Saydayî, Moavî, Emmonî û Filîstiyan re xulamî kir. Wan dev ji Xudan berda û xulamiya wî nekir.
Wî çaxî tê ji wan re bêjî: ‘Gotina Xudan ev e: Bav û kalên we dev ji min berda û da pey îlahan. Wan xulamiya wan kir û li ber wan çok vedan. Wan ez berdam û Şerîeta min pêk neanî.
Lê heke hûn guh nedin min, di Roja Septê de bar di dergehên Orşelîmê re derbas bikin û Roja Septê pîroz nehesibînin, ezê êgir bi dergehên bajêr bixim. Wê agir qesrên Orşelîmê daqurtîne û netefe.’”