2 Loma ezê êgir bi ser Moavê de bibarînim Ku bircên Qeriyotê daqurtîne. Wê Moavî bi dengê boriyan, qîrîn û xirecirê bimirin.
Qeriyot hat standin, asêgeh ketin dest. Wê rojê wê dilê mêrxasên Moavê, Wekî dilê jina ku ketiye ber zarokan be.
Qeriyot, Bosra û hemû bajarên welatê Moavê yên dûr û nêzîk de werin.
Loma ezê sûrên Rabbayê bişewitînim Ku bi qîrînên roja şer Û babelîska roja bahozê bircên wê daqurtîne.
“Hewara Heşbon û Êleleyê digihîje Yahasê, Ji Soarê heta Horonayîmê û Eglat-Şelîşiyayê deng tê. Çimkî ava Nimrîmê jî ziwa bû.
Her bota şervanê çûye şer, Cilên di xwînê de hatine gevizandin, Wê ji bo êgir bibin êm û bişewitin.
“Firar di siya Heşbonê de bêhêz sekinîn, Çimkî ji Heşbonê agir û ji Sîhonê pêt derket Ku eniya Moavê û serê gelê qareqar dikin, xwarin.
Loma ezê êgir bi ser mala Hazaêl de bibarînim Ku bircên Ben-Hadad daqurtîne.