Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Amos 1:9 - Kurmanji Încîl

9 Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Sûriyan, Ezê cezayê wan ranekim. Wan tevahiya gel sirgûn û teslîmî Edomiyan kir, Wan peymana biratiyê bi bîr neanî.

Gade chapit la Kopi




Amos 1:9
23 Referans Kwoze  

Hîramê Padîşahê Sûrê ji Dawid re qasid, darên sedrê, necar û hosteyên keviran şandin ku ji bo Dawid qesrek çêkir.


«Wey li te Xorazînê! Wey li te Beytsaydayê! Eger ew kerametên ku li nav we hatin kirin, li Sûr û Saydayê bihatana kirin, wanê ji zû ve di nav xirarî û xweliyê de tobe bikira.


Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Edomiyan, Ezê cezayê wan ranekim. Bi şûr ketin pey birayên xwe û li ber neketin. Hêrsa wan hergav dirinde bû Û xezeb tu car ji dest bernedan.


Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Xezayiyan, Ezê cezayê wan ranekim. Wan tevahiya gel sirgûn kir Ku teslîmî Edomiyan bikin.


Çimkî ew roj tê. Roja xerabûna hemû Filîstiyan Û helaka hemû alîgirên Sûr û Saydayê yên saxmayî, tê. Çimkî Xudan Filîstiyan xera dike Ku bermayiyên Girava Kaftorê ne.


hemû padîşahên Sûrê, hemû padîşahên Saydayê, padîşahên keviyên deryayê,


Lê ez ji we re dibêjim, di Roja Dawî de rewşa Sûr û Saydayê wê ji ya we çêtir be.


«Wey li te Xorazînê! Û wey li te Beytsaydayê! Eger ew kerametên ku di nav we de hatin kirin, di Sûr û Saydayê de bihatana kirin, wanê ji zû ve di nav xirarî û xweliyê de rûniştî tobe bikirana.


Lê belê di Roja Dawî de halê Sûr û Saydayê wê ji yê we çêtir be.


Gebal, Ammon û Amalek, Gelê Sûr û Filîstî,


Çimkî roja xerîb mal û milkên wî talan kirin, Roja biyanî ketin dergehên bajêr Û ji bo Orşelîmê pişk avêtin, Tu jî dûr sekinî û bûyî wekî wan.


Peyam: Gotina Xudan a li dijî welatê Hadrakê û Bajarê Şamê ev e: Çimkî çavê mirovan, Bi taybetî jî çavê hemû eşîrên Îsraêl, Li Xudan e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite