Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Amos 1:8 - Kurmanji Încîl

8 Ezê kesê li Aşdodê rûdine Û li Aşqelonê gopal di destan de ye helak bikim. Ezê destê xwe li dijî Eqronê rakim Û wê saxmayiyên Filîstiyan tune bin” dibêje Reb Xudan.

Gade chapit la Kopi




Amos 1:8
17 Referans Kwoze  

Wê li Aşdodê xelkê bêesil rûne, Ezê quretiya Filîstiyan bişikênim.


Di sala serfermandarê ku ji aliyê Sargonê Padîşahê Aşûrê ve hatibû şandin û li dijî Aşdodê şer kir û stand de,


Minê zû dijminên wan nizim bikira, Li hember neyarên wan destê xwe rakira!


“Ya şûr! Li dijî şivanê min, Li dijî kesê li ba min hişyar be!” Ev e gotina Xudanê Karîndar. “Li şivên bixe ku pez belav bin. Ezê destê xwe li dijî biçûkan rakim.”


Bi qesrên Aşdodê û welatê Misrê bidin bihîstin! Bêjin: “Li herêma çiyayî ya Sameryayê bicivin! Xirecira mezin a li nav bajêr Û zordariya tê de bibînin!”


Wê destê min li dijî te bizivire. Ezê çanca te bi tevahî paqij bikim, Hemû qirêjiya te bavêjim.


Gotina Xudan a li dijî Filîstiyan ku beriya Firewn êrîşî Xezayê kir, ji Yêremyayê Pêxember re hat ev e:


Ya Sûr, Sayda û hemû herêmên Filîstiyan! Hûn heyfa çi ji min distînin? Heke ev bergîdana min be, Ezê jî vê zû bînim serê we.


Loma ezê êgir bi ser sûrên Xezayê de bibarînim Ku bircên wê daqurtîne.


Mala Aqûb wê bibe agir, Mala Ûsiv wê bibe pêta êgir, Lê wê Mala Esaw bibe pûş. Wê bişewitînin û daqurtînin, Wê ji Mala Esaw kesek nemîne.” Çimkî Xudan wiha gotiye.


Wê Aşqelon bibîne û bitirse, Wê Xeza êşan bikişîne. Wê Eqron jî wisa bike, Çimkî hêviya wê tefiyaye. Wê Xeza bêpadîşah bimîne, Wê şêniyê Aşqelonê nemîne.


Filîstî, ji bo bajarên Aşdod, Xeza, Aşqelon, Gat û Eqronê, ji bo Xudan wekî pêşkêşiyeke berdêlê, kunêrên zêrîn şandin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite