Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Amos 1:6 - Kurmanji Încîl

6 Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Xezayiyan, Ezê cezayê wan ranekim. Wan tevahiya gel sirgûn kir Ku teslîmî Edomiyan bikin.

Gade chapit la Kopi




Amos 1:6
18 Referans Kwoze  

Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Edomiyan, Ezê cezayê wan ranekim. Bi şûr ketin pey birayên xwe û li ber neketin. Hêrsa wan hergav dirinde bû Û xezeb tu car ji dest bernedan.


Çimkî roja xerîb mal û milkên wî talan kirin, Roja biyanî ketin dergehên bajêr Û ji bo Orşelîmê pişk avêtin, Tu jî dûr sekinî û bûyî wekî wan.


Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Sûriyan, Ezê cezayê wan ranekim. Wan tevahiya gel sirgûn û teslîmî Edomiyan kir, Wan peymana biratiyê bi bîr neanî.


Filîstî, ji bo bajarên Aşdod, Xeza, Aşqelon, Gat û Eqronê, ji bo Xudan wekî pêşkêşiyeke berdêlê, kunêrên zêrîn şandin.


We gelê Cihûda û Orşelîmê firot Yewnanan Û ji sînorê wan dûr xist.


Wê Aşqelon bibîne û bitirse, Wê Xeza êşan bikişîne. Wê Eqron jî wisa bike, Çimkî hêviya wê tefiyaye. Wê Xeza bêpadîşah bimîne, Wê şêniyê Aşqelonê nemîne.


Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Şamiyan, Ezê cezayê wan ranekim. Wan bi cercera hesinî, Gîladî gêre kir.


Gotina Xudan a li dijî Filîstiyan ku beriya Firewn êrîşî Xezayê kir, ji Yêremyayê Pêxember re hat ev e:


Hingê milyaketekî Xudan ji Filîpos re got: «Rabe û bi aliyê başûr ve here wê riya ku ji Orşelîmê diçe Xezzeyê.» Ew der çol e.


Ya Sûr, Sayda û hemû herêmên Filîstiyan! Hûn heyfa çi ji min distînin? Heke ev bergîdana min be, Ezê jî vê zû bînim serê we.


Loma ezê êgir bi ser sûrên Xezayê de bibarînim Ku bircên wê daqurtîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite