Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 8:12 - Kurmanji Încîl

12 Lê gava ku wan ji Filîpos bawer kir, yê ku Mizgîniya li ser Padîşahiya Xwedê û li ser navê Îsa Mesîh dida, hem jin hem mêr imad bûn.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

12 Lê gava ewî ew mizgînîya Fîlîpo bawer kir, ya ku bona Pʼadşatîya Xwedê û navê Îsa Mesîh dida, hin mêr hin jin, hʼemû jî pê avê hatine nixumandinê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Ле гава әԝи әԝ мьзгинийа Филипо баԝәр кьр, йа кӧ бона Пʼадшатийа Хԝәде у наве Иса Мәсиһ дьда, һьн мер һьн жьн, һʼәму жи пе аве һатьнә ньхӧмандьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 بله وقته گو خلقه ایمان اینانَ خَبَرا خوشَ فیلیپُس گو راستا پادشاهیا خدا و ناوه عیسیْ مسیحْ دا بو، ژِن و مِر، همویا غُسلا تعمیده گِرتِن.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 8:12
22 Referans Kwoze  

Petrûs ji wan re got: «Tobe bikin û ji bo ku li gunehên we bê bihûrtin bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad bibe û hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin.


Piştî ku cefa kişand, wî bi gelek delîlan xwe sax nîşanî Şandiyan da, di nav çil rojan de li wan xuya bû û li ser Padîşahiya Xwedê peyivî.


Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min: Wan bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz imad bikin,


Ev jî mînaka imadê ye ya ku îro we xilas dike. Imad ne şuştina qirêja bedenê ye, lê belê ew li ber Xwedê daxwaza wijdana paqij e. Ev yek bi vejîna Îsa Mesîh pêk hat.


Îcar yên ku peyvên wî qebûl kirin imad bûn û wê rojê li dora sê hezar mirovî beşdarî wan bûn.


Êdî ne Cihû û ne jî Yewnanî hene, ne xulam û ne jî azad hene, ne jî nêr û mê hene; çimkî di yekîtiya Mesîh Îsa de hûn hemû yek in.


Çimkî ji bo rastdariyê bi dil tê bawerkirin û ji bo xilasbûnê jî bi dev tê eşkerekirin.


Lê dîsa li ba Xudan ne jin ji mêr û ne jî mêr ji jinê serbixwe ye.


Wî Padîşahiya Xwedê da bihîstin û bi serbestî, bêyî ku kesek jê re bibe asteng hemû tiştên li ser Xudan Îsa Mesîh hîn dikirin.


«Va ye, ez dizanim, hûn hemû yên ku ez di nav we de geriyam û min Padîşahî da bihîstin, êdî hûn rûyê min nabînin.


Min hem ji Cihû û hem ji miletên din re şahidî kir ku li Xwedê vegerin û baweriyê bi Xudanê me Îsa bînin.


Serekê kinîştê Krîspos, bi tevahiya maliyên xwe ve bawerî bi Xudan anî. Gelek Korîntiyên ku peyva Pawlos dibihîstin, bawerî dianîn û imad dibûn.


Lê hin ji wan ên ku ji Qibris û Kûrênê bûn, çaxê hatin Entakyayê ji Yewnaniyan re jî dipeyivîn û Mizgîniya Xudan Îsa didan.


Hê gelek jin û mêrên ku bawerî bi Xudan anîn, beşdarî wan bûn.


Îsa jê re got: «Bihêle, bila mirî miriyên xwe veşêrin, heçî tu yî, tu here û Mizgîniya Padîşahiya Xwedê bide!»


Wî ew şandin, da ku ew Padîşahiya Xwedê bidin bihîstin û nexweşan qenc bikin


Îcar yên ku ji hev belav bûn, Mizgînî didan her dera ku diçûnê.


Îcar gava ku ev bihîstin, bi navê Xudan Îsa imad bûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite