Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 7:44 - Kurmanji Încîl

44 «Li çolê Konê Şahidiyê yê bav û kalên me hebû. Mûsa ew, wek yê ku pê re peyivîbû û emir kiribû, li gor wê mestereya ku dîtibû, çêkir.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

44 Konê Şeʼdetîyê berʼîyêda tʼevî kal-bavêd me bû. Ew usa hate çêkirinê, çawa Ewê ku Mûsarʼa xeber da, eʼmir kir ku mîna wî şikilê ku dîtibû çêke.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

44 Коне Шәʼдәтийе бәрʼийеда тʼәви кал-бавед мә бу. Әԝ ӧса һатә чекьрьне, чаԝа Әԝе кӧ Мусарʼа хәбәр да, әʼмьр кьр кӧ мина ԝи шькьле кӧ дитьбу чекә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

44 «باوانه مَ خیبَتا شَهادَته ناو چُله دا هَبون، هَمَن اَو خیبَت گو موسی بِ دَستورا خدا، گورَیَگی وه نمونا گو دیته بو، چه گِر.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 7:44
17 Referans Kwoze  

Binêre û her tiştî li gorî mînaka li çiyê ji te re hat nîşandan çêke.”


Hemû hesabê tiştên ku di çêkirina meskên de hatibûn bikaranîn, li gorî emrê Mûsa, di bin destê Îtamarê kurê Harûnê Kahin de, ji aliyê Lêwiyiyan ve hatin qeydkirin. Lewheyên ku Deh Emir li ser hatibûn nivîsandin li vir dihatin parastin.


Evên ha di vê Perestgehê de xizmetê dikin a ku sûret û siya ya ezmanî ye. Çimkî gava ku Mûsa li ber çêkirina konê perizînê bû, ji aliyê Xwedê ve weha hat hişyarkirin: «Binêre ku tê her tiştî li gor mestereya ku li çiyê ji te re hatiye nîşandan çêkî.»


Ew karbidestê pîrozgehê, yanî konê rastîn e, ku ne mirovan, lê Xudan daniye.


Dawid got: “Tevahiya van tiştan, tevahiya van karên vê pîlansaziyê, ji aliyê Xudan, bi riya nivîsê ji min re hat ragihandin.”


Dawid mînaka eywan û xaniyên Perestgehê da Silêmanê kurê xwe. Tê de xezîneyên wê, odeyên wê yên jorîn û hundirîn û odeya derxûnê hebûn.


Tevahiya civaka Îsraêl li Şîloyê civiya û Konê Hevdîtinê li wê derê danî. Tevahiya welêt di bin destê wan de bû,


Gava tu û kurên xwe li pêş Konê Şahidiyê ne, tê bi xwe re birayên xwe ango eşîra Lêwiyê bavkalê xwe bînî ku ew jî tevli te bibin û di xizmetê de alîkariya te bikin.


Di bîstê meha diduyan a sala diduyan de, ewr ji ser meskên rabû ku Şahidî tê de bû.


Roja ku mesken hat danîn, ewran meskên ango Konê Şahidiyê nixamt. Ji êvarê heta serê sibê di şiklê êgir de li ser meskên sekinî.


“Li gorî pergala ku li serê çiyê bi te hat nîşandan, tê meskên ava bikî.


Tê gorîgehê ji textikan çêkî ku hundirê wê vala be. Wê bi awayê ku li çiyê nîşanê te dan, bê çêkirin.


Gava gel konê xwe da hev ku ji Çemê Şerîayê derbas bibe, kahinên ku Sindoqa Peymanê hildigirin li pêş bûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite