Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 4:24 - Kurmanji Încîl

24 Gava ku wan ev bihîst, bi hev re dengê xwe bilind kirin û ji Xwedê re gotin: «Ya Xwedayê hukumdar! Yê ku erd û ezman, derya û hemû tiştên di wan de afirandiye, tu yî.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

24 Wana jî gava bihîst, hevrʼa dengê xwe hildan gazî Xwedê kirin û gotin: «Ya Xweyî, Eʼfirandarê eʼrd û eʼzmên, beʼrê û hʼemûyêd nav wanda,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

24 Ԝана жи гава бьһист, һәврʼа дәнге хԝә һьлдан гази Хԝәде кьрьн у готьн: «Йа Хԝәйи, Әʼфьрандаре әʼрд у әʼзмен, бәʼре у һʼәмуйед нав ԝанда,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 مِرُوِت خُدان ایمان وقته اَوَ بیهیستِن، همویا گَل یِگودو بِ دَنگا بِلند بُ درگاها خدا دعا گِرِن و گُتن: «اَی خاده، اَی تِ گو سَر همو دِشدی حاکِمی، اَی تَ گو اَسمان و عَرد و بَحر و تواوی دِشده گو ناو واندانَ آفِراندیَ،

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 4:24
20 Referans Kwoze  

Çimkî Xudan erd û ezman, derya û hemû tiştên di wan de, di şeş rojan de çêkirin û di roja heftan de bêhna xwe veda. Loma Xudan Roja Septê pîroz û bereket kir û wekî rojeke pîroz nîşan kir.


“Ax, ya Reb Xudan! Te erd û ezman bi hêza xwe ya mezin û zendê xwe yê dirêjkirî afirandin. Ji bo te tiştekî nepêkan e tuneye.


“Tu, tenê tu Xudan î. Te ezmanan, ezmanên ezmanan, tevahiya nexşên wan, erd û hemû tiştên di wan de, derya û hemû tiştên tê de te afirandin. Tu can didî tevahiya wan. Hemû nexşên ezmanan li ber te deverû dibin.


û ji Xudan re dua kir û got: “Ya Xwedayê Îsraêl Xudan ku li ser xerûban rûniştî ye. Tenê tu Xwedayê hemû padîşahiyên dinyayê yî. Te erd û ezman afirandin.


Stranan ji Xudan re bêjin! Pesnê Xudan bidin! Çimkî wî canê hejaran Ji destê xeraban rizgar kir.


“Ez im, yê ku we teselî dike ez im. Loma çima tu ji mirovê ku wê bimire, Ji kurê mirovan ê ku wê bibe wekî giyê, ditirsî.


Ya Xwedayê me Xudan, lava dikim tu niha me ji destê Sanhêrîv rizgar bike ku hemû padîşahiyên dinyayê bizanibin tenê tu Xudan, Xwedê yî.”


Li dora nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û ji Xwedê re lavije digotin. Girtiyan jî guhdariya wan dikir.


Piştî ku ew hatin berdan, çûn ba hevalên xwe û her tiştê ku serekên kahînan û rihspiyan ji wan re gotibû, ji wan re gotin.


«Camêrno, hûn çima wisa dikin? Em jî wek we mirov in, evdên Xwedê ne; em Mizgîniyê ji we re tînin, da ku hûn ji van tiştên pûç li wî Xwedayê jîndar vegerin, yê ku erd û ezman, derya û hemû tiştên ku di wan de ne, afirandine.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite