Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 4:21 - Kurmanji Încîl

21 Piştî ku dîsa gef li wan xwarin ew berdan. Ji ber xelkê tu rê nedîtin ku wan ceza bikin, çimkî hemûyan ji bo tiştê bûyî pesnê Xwedê dida.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

21 Wana dîsa gef li wan xwar û berʼdan. Ber cimeʼtê meʼnîk ser wan nedîtin ku ceza bidana wan, çimkî hʼemûya jî bona ew tiştê qewimî şikirî didane Xwedê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

21 Ԝана диса гәф ль ԝан хԝар у бәрʼдан. Бәр щьмәʼте мәʼник сәр ԝан нәдитьн кӧ щәза бьдана ԝан, чьмки һʼәмуйа жи бона әԝ тьште ԛәԝьми шькьри дьданә Хԝәде.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 اَندامه شورایه پاشه هِنده گو پِطرُس و یوحنا مِجِد تهدید گِرِن، اَو بَردان، چون گو چه ره پَیدا نَگِرِن گو جَزایه بِدَنَ وان، چون گو خلقه همویا بَر خاطره اَو دِشدا قَوِمی حمد و ثنایا خدا دِگُتن.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 4:21
18 Referans Kwoze  

Li ser vê yekê serwer bi parêzgerên Perestgehê re çû û ew anîn; lê ne bi zorê, çimkî ew ji gel ditirsiyan, digotin: «Wê me bidin ber keviran.»


Serekên kahînan û Şerîetzan li riyekê digeriyan, ka çawa Îsa bikujin, çimkî ew ji xelkê ditirsiyan.


Şerîetzan û serekên kahînan xwestin ku di cih de dest bavêjin wî, çimkî wan fêm kir, ku Îsa ev mesele anî ser wan, lê ew ji xelkê tirsiyan.


Û eger em bêjin: ‹Ji mirovan e›, ji xwe tevahiya xelkê wê me bide ber keviran, çimkî ew qenc bawer dikin ku Yûhenna pêxember e.»


Wan xwest ku Îsa bigirin, lê ji elaletê tirsiyan, çimkî wan ew pêxember didît.


Gava ku elaletê ev yek dît, tirsiya û pesnê Xwedayê ku desthilatiya weha daye mirovan dan.


gazî Şandiyan kirin û li wan xistin. Piştre li wan emir kirin ku bi navê Îsa nebêjin û ew berdan.


Lê ji bo ku ev hê bêtir di nav gel de belav nebe, em gef li wan bixwin ku ji niha û pê ve bi navê Îsa ji kesî re tiştekî nebêjin.»


Gava wî ev tişt gotin, neyarên wî hemû fihêt bûn û tevahiya elaletê bi wan kerametên birûmet ên ku wî dikirin, şa dibûn.


Hemû li vê yekê heyirî man, pesnê Xwedê dan, dilê wan tije tirs bû û gotin: «Îro me tiştên ecêb dîtin.»


Lê wan digot: «Bila ne di cejnê de be, da ku di nav xelkê de hengame çênebe.»


Gava ku elaletê dît lal dipeyivin, seqet sax dibin, şil û şeht rêve diçin û kor dibînin, şaş man û pesnê Xwedayê Îsraêl dan.


Gava ku cinê wî hat derxistin, mirovê ku lal bû peyivî. Elalet şaş ma û got: «Li Îsraêlê tiştekî weha qet nehatiye dîtin.»


Emrê wî mirovê ku bi vê kerametê qenc bûbû, di ser çilî re bû.


Lê ji yên din tu kesî nediwêrî ku beşdarî wan bibe, lê heçî xelk bûn, pesnê wan didan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite