Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 4:13 - Kurmanji Încîl

13 Gava ku wan biziraviya Petrûs û Yûhenna dît û fêm kirin ku ew nexwenda û di halê xwe de ne, şaş man. Wan tê derxist ku ev mirov bi Îsa re mane.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

13 Gava wana mêrkʼîmîya Petrûs û Yûhʼenna dît û pê hʼesîyan ku evana merivne nexwendî û nezan in, eʼcêbmayî man û nas kirin, ku evana tʼevî Îsa bûne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Гава ԝана меркʼимийа Пәтрус у Йуһʼәнна дит у пе һʼәсийан кӧ әвана мәрьвнә нәхԝәнди у нәзан ьн, әʼщебмайи ман у нас кьрьн, кӧ әвана тʼәви Иса бунә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 وقته اَوان جُراَتا پِطرُس و یوحنا دیتِن و زانین گو مِرُوه دَرس نَخاندی و سادَنَ صِفَت گِرتی بون و زانین گو پِطرُس و یوحنا گَل عیسی دا بونَ.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 4:13
22 Referans Kwoze  

Lê belê Xwedê, ji bo ku şehrezayan bide şermkirin, tiştên dinyayê yên bêaqil bijartin; û Xwedê, ji bo ku yên hêzdar bide şermkirin, tiştên dinyayê yên qels bijartin.


Cihû lê şaş mabûn û digotin: «Ev mirovê ku li ser nivîsaran nehatiye hînkirin, çawa evqas bi wan dizane?»


Di wî wextî de Îsa got: «Ey Bavo, ez ji te re şikir dikim, Xudanê erd û ezmên! Çimkî te ev tiştên ha ji şehreza û zaneyan veşartin û ji zarokên biçûk re eşkere kirine.


Piştî gavekê yên ku li wir bûn çûn ba Petrûs û gotin: «Bi rastî tu bi xwe jî yek ji wan î. Çimkî devoka te, te dide zanîn.»


Na, lê ev elaleta ku bi Şerîetê nizane, xezeblêbûyî ye.»


Îsa Petrûs û Yûhenna şandin û ji wan re got: «Herin, şîva Cejna Derbasbûnê ji me re amade bikin, da ku em bixwin!»


Çaxê ew çû ber dergeh, keçikeke din ew dît û ji yên li wê derê re got: «Evê ha bi Îsayê Nisretî re bû.»


Dema Îsa dît ku diya wî û şagirtê wî yê ku wî jê hez dikir li wê derê disekinin, wî ji diya xwe re got: «Sitiyê! Va ye kurê te!»


Lê wan zilamê qencbûyî bi wan re rawestayî dît û nikaribûn tiştekî li dij bêjin.


Lê Petrûs û Yûhenna bersîva wan dan û gotin: «Ma li ber Xwedê kîjan rast e? Em guhê xwe bidin we, an bidin Xwedê? Hûn bêjin.


Û niha ya Xudan, li gefxwarinên wan binêre! Û vê yekê bide xizmetkarên xwe ku peyva te tam bi ziravî bêjin.


Piştî ku wan dua kir, dera ku lê civiyabûn hejiya, ew hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û peyva Xwedê bi ziravî digotin.


Hingê Barnabas ew hilda û anî ba Şandiyan; ji wan re got ku Şawûl çawa di rê de Xudan dîtiye û Xudan bi wî re peyiviye û wî çawa li Şamê bi navê Îsa, bê tirs hîn kiriye.


Şawûl êdî li Orşelîmê bi wan re bû, bi wan re diçû û dihat, bê tirs bi navê Xudan hîn dikir.


tiştên veşartî yên di dilê wî de wê eşkere bibin û ji ber vê yekê ewê bêje: «Bi rastî jî Xwedê di nav we de ye», ewê deverû here erdê û biperize Xwedê.


Madem ku em xwediyê hêviyeke weha ne, em bi cesareteke mezin dipeyivin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite