Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 4:10 - Kurmanji Încîl

10 bila ev ji aliyê we hemûyan û ji aliyê hemû gelê Îsraêl ve bê zanîn ku ev mirov, bi navê Îsa Mesîhê Nisretî yê ku we xaç kir û yê ku Xwedê ji nav miriyan rakir, sipîsax li ber we radiweste.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

10 bira we û tʼemamîya miletê Îsraêlêva eʼyan be, ku eva bi saya navê Îsa Mesîhê Nisretê li ber we qencbûyî sekinî ye, Ewê ku we xaç kir û Xwedê ji mirinê rʼakir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 бьра ԝә у тʼәмамийа мьләте Исраелева әʼйан бә, кӧ әва бь сайа наве Иса Мәсиһе Ньсрәте ль бәр ԝә ԛәнщбуйи сәкьни йә, Әԝе кӧ ԝә хач кьр у Хԝәде жь мьрьне рʼакьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 بَجا اون و تواوی قَومه بنی اسرائیله وِنَ بِزانِن گو اَو مِرُوَ بِ ناوه عیسی مسیحه ناصِریَ گو روبرویی وَ ساخ و سِلامت راوَستایَ، هَمَن اَو عیسی گو وَ خاچِوَ وَگِر، هَمَن اَوه گو خدا اَو ژه ناو مِریادا راگِر.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 4:10
16 Referans Kwoze  

Lê Petrûs got: «Ne zêrê min û ne jî zîvê min heye; lê tiştê ku bi min re heye, ezê bidim te. Bi navê Îsa Mesîhê Nisretî rêve here.»


Îcar bila hemû mala Îsraêl qenc bizane ku Xwedê ew Îsayê ku we xaç kir, hem kiriye Xudan û hem Mesîh.»


De îcar bizanin ku ev xilaskirina Xwedê ji miletan re hatiye şandin û ewê guhdarî bikin.»


Ew me rizgar neke jî, tu bizanibe ku ya padîşah, emê ji îlahên te re xulamiyê nekin û neperizin peykerê zêrîn ê ku te daniye.”


û li gor Ruhê pîroziyê bi vejîna ji nav miriyan, bi hêzdarî Kurê Xwedê hatiye diyarkirin. Ew Xudanê me Îsa Mesîh e.


Li wir, li bajarê ku jê re dibêjin Nisret bi cih bû. Ev çêbû, da ku ew peyva ku bi devê pêxemberan hatibû gotin, bê cih: «Wê ji wî re yê Nisretî bê gotin».


Xwedê ev Îsa ji nav miriyan rakir û em hemû şahidên vê yekê ne.


Lê vegerandin û gotin: «Îsayê Nisretî dibihûre.»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite