Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 3:16 - Kurmanji Încîl

16 Navê Îsa ev mirovê ku hûn dibînin û nas dikin, sipîsax kir. Wî bawerî bi navê Îsa anî û bi saya Îsa, wê baweriyê li ber çavê we hemûyan saxîtiya temam da wî.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

16 Û qewata navê Wî eva meriva qenc kir, kʼîjanî ku hûn dibînin û nas dikin. Belê wê bawerîya bi navê Wî eva ber çʼeʼvê we hʼemûya sax-silamet kir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 У ԛәԝата наве Ԝи әва мәрьва ԛәнщ кьр, кʼижани кӧ һун дьбиньн у нас дькьн. Бәле ԝе баԝәрийа бь наве Ԝи әва бәр чʼәʼве ԝә һʼәмуйа сах-сьламәт кьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 اَو دِشدا گو قُدرَته دِدَتَ وی مِرُوی گو اون دِبینِن و ناس دِگَن، ناوه عیسی و ایمان بِ ناوه ویَ. اَو ایمانا گو بِ واسِطا عیسایَ، بَر چاوه وَ همویا سِلامتیا کامِل دایَ وی مِرُوی.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 3:16
21 Referans Kwoze  

Gava ku Pawlos dipeyivî, wî guhdariya wî dikir. Û Pawlos bi baldarî li wî nêrî û dît ku baweriya wî heye, ku sax bibe.


bila ev ji aliyê we hemûyan û ji aliyê hemû gelê Îsraêl ve bê zanîn ku ev mirov, bi navê Îsa Mesîhê Nisretî yê ku we xaç kir û yê ku Xwedê ji nav miriyan rakir, sipîsax li ber we radiweste.


Lê Petrûs got: «Ne zêrê min û ne jî zîvê min heye; lê tiştê ku bi min re heye, ezê bidim te. Bi navê Îsa Mesîhê Nisretî rêve here.»


Keçikê bi rojan ev yek kir. Lê li zora Pawlos çû, zivirî û ji ruh re got: «Ez bi navê Îsa Mesîh li te emir dikim, ji wê derkeve.» Û hema wê gavê ruh ji wê derket.


Îsa zivirî, ew dît û jê re got: «Bi zirav be keça min, baweriya te tu qenc kirî.» Û jinik ji wê gavê ve sax bû.


Eger pêxemberîtiya min hebe û ez hemû siran û her zanayiyê bizanim û eger baweriya min a tam a ku çiyayan ji cihê wan rake hebe, lê hezkirina min tune be, ez qet ne tu tişt im.


Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku baweriyê bi min bîne, karên ku ez dikim, ew bi xwe jî wê bike. Ewê yên hê mezintir jî bike, çimkî ez diçim ba Bav.


Çaxê ku yên girtî li holê dan rawestandin, wan pirsî: «We bi kîjan hêzê an bi çi navî ev kir?»


Xwe hilavêt, li ser lingan rawesta û dest pê kir rêve çû. Ew bi wan re ket Perestgehê, rêve diçû, xwe hildavêt û pesnê Xwedê dida.


Ew zinar e, karê wî kamil e, Hemû riyên wî adil in. Ew Xwedayê dilsoziyê ye, neheqiyê nake, Ew rast û dirust e.


Destê xwe dirêj bike, da ku bi navê xizmetkarê te yê pîroz Îsa, nexweş qenc bibin û nîşan û karên mezin çêbin.»


Madem ji bo ku Şerîeta Mûsa xera nebe, hûn roja Şemiyê mirov sinet dikin, ji bo ku min di roja Şemiyê de mirovek yekser sax kiriye, hûn çima li min hêrs dibin?


Ev rastdariya ji Xwedê ya ku bi bawerkirina bi Îsa Mesîh e, ji bo wan hemûyan e ku bawer dikin. Çimkî tu cihêtî tune:


Wî got: «Were!» Hingê Petrûs jî ji qeyikê peya bû, li ser avê rêve çû û ber bi Îsa ve hat.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite