Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 26:24 - Kurmanji Încîl

24 Çaxê ku wî weha parastina xwe dikir, Fêstos bi dengekî bilind got: «Te hişê xwe winda kiriye, Pawlos. Zêdexwendina te, te ji ser hişê te dibe!»

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

24 Gava Pawlos aha caba xwe da, Fêsto bi dengê bilind got: «Tu xwe unda dikî, Pawlos! Pʼirʼxwendina te te unda dike».

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

24 Гава Паԝлос аһа щаба хԝә да, Фесто бь дәнге бьльнд гот: «Тӧ хԝә ӧнда дьки, Паԝлос! Пʼьрʼхԝәндьна тә тә ӧнда дькә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 هَ وِسا گو پولس بِ وان قِسانَ دفاع خو دِگِر، فِستوسه والی بِ دَنگا بِلند گُت: «پولس، تِ دین بویی! زاناییا تَ یا گَلَک تِ دین گِری.»

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 26:24
19 Referans Kwoze  

lê em, Mesîhê ku hatiye xaçkirin didin bihîstin. Ew ji bo Cihûyan terpilînek û ji bo miletan bêaqilî ye;


Eger em ji ser hişê xwe çûbin, ev ji bo Xwedê ye; eger aqilê me li serê me be, ev ji bo we ye.


Em di ber Mesîh de bêaqil in, lê hûn bi saya Mesîh bi aqil in. Em bêhêz in, lê hûn bihêz in. Hûn xweyî rûmet, lê em bêrûmet in.


Dema mirovên wî ev yek bihîstin, derketin ku wî bigirin, çimkî wan digot: «Wî hişê xwe winda kiriye!»


Di hemû kinîştan de min gelek caran ew ceza kirin û min li wan zor kir ku çêran bikin. Ez li hember wan ewqas har bûbûm, heta ku min di bajarên xerîb de jî tengahî da wan.


“‘Yê ku di cihê Yehoyada de tu kirî kahin, Xudan e! Bi vî awayî wê li Mala Xudan peywirdar hebin ku her dînê wekî pêxember tevdigere, bi singî ve girê bidî û wî bixî bin qeyd û nîrê hesin.


Yêhû derket derve, ba xulamên xweyê xwe. Yekî jê re got: “Te xêr e? Ev dîn çima hat ba te?” Wî ji wan re got: “Hûn wî zilamî nas dikin û gotinên wî yên beredayî jî dizanin.”


Gava vejîna miriyan bihîstin, hinekan tinazên xwe kirin; lê yên din gotin: «Emê li ser vê yekê careke din guhê xwe bidin te».


Rojên cezakirinê hatin, Rojên hesabkirinê hatin, Bila Îsraêl vê bizanibe! Lê ji ber zêdebûna sûcê te Ji ber mezinahiya dijminatiya te, Li gorî we pêxember ehmeq, Mirovê ruhanî jî dîn e!


Û çaxê ew li ser rastdariyê, li ser xwegirtinê û li ser dîwana ku wê bê peyivî, Felîks tirsiya û got: «Tu niha here, çaxê ez demeke xweşkeys bibînim, ezê gazî te bikim.»


«Bav û birano, niha guhê xwe bidin parastina ku ez li ber we dikim.»


Li ser vê yekê Cihûyan jê re got: «Niha em dizanin ku tu bi cinan ketiyî! Birahîm jî mir, pêxember jî mirin. Û niha tu dibêjî: ‹Eger yek gotina min bigire, tu caran mirinê tam nake.›


Cihûyan bersîva wî da û gotin: «Ma heqê me tunebû, dema ku me got, tu ji Sameryayê yî û tu bi cinan ketiyî?»


Cihû lê şaş mabûn û digotin: «Ev mirovê ku li ser nivîsaran nehatiye hînkirin, çawa evqas bi wan dizane?»


Piştî ku du sal derbas bûn, Porkiyos Fêstos hat cihê Felîks. Ji ber ku Felîks dixwest dilê Cihûyan xweş bike, wî Pawlos girêdayî hişt.


Tu ji zaroktiya xwe ve bi Nivîsarên Pîroz dizanî û ew dikarin te şehreza bikin, da ku tu bi baweriya ku bi Mesîh Îsa ye xilas bibî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite