Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 26:11 - Kurmanji Încîl

11 Di hemû kinîştan de min gelek caran ew ceza kirin û min li wan zor kir ku çêran bikin. Ez li hember wan ewqas har bûbûm, heta ku min di bajarên xerîb de jî tengahî da wan.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

11 Hʼemû kʼinîştada gelek cara min ew didane cezayê û dikir ku zorê bidime wan ku wê bawerîya xwe înkʼar kin. Min kʼîna wan girtibû, hʼeta bajarêd xerîbda jî ew dizêrandin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Һʼәму кʼьништада гәләк щара мьн әԝ дьданә щәзайе у дькьр кӧ зоре бьдьмә ԝан кӧ ԝе баԝәрийа хԝә инкʼар кьн. Мьн кʼина ԝан гьртьбу, һʼәта бажаред хәрибда жи әԝ дьзерандьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 مِن گَلَک جارا ناو دیرادا جَزا دا وان و مِن سَعی گِر گو اَز اَوان مَجبور گَم گو کُفریا بِگَن. کَربه مِن راستا واندا هِند قیاسا گَلَک بو گو اَز حَتا شَهرِت بیانیادا ژی دِکَتمَ دوو واندا و مِن اَذیَتا وان دِگِر.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 26:11
17 Referans Kwoze  

Û min got: ‹Ya Xudan, ew bi xwe jî dizanin ku li her kinîştê min li yên ku bawerî bi te dianîn dixist û ew davêtin zîndanê.


Lê gava Cihûyan elalet dîtin, bi çavnebariyê tije bûn, çêr kirin û li hember tiştên ku Pawlos digot rabûn.


Îcar li hember mirovan hay ji xwe hebin. Çimkî ewê we bidin destê civînên giregiran û di kinîştên xwe de bidin ber qamçiyan;


Serokkahîn û tevahiya civîna rihspiyan dikarin li ser vê yekê şahidiyê ji min re bikin. Min ji wan nameyek ji bo birayên li Şamê stand û ez çûm wê derê, da ku ez yên ku li wir bûn, girêdayî bi xwe re bînim Orşelîmê, ku ew bên cezakirin.


Hingê Şawûl, hê jî bi gefxwarina kuştina şagirtên Xudan, çû ba Serokkahîn


Îcar ji ber neheqiya wî li wî hat hilatin; kerê bê zar û ziman bi dengê mirovan peyivî û pêşî li harbûna pêxember girt.


Ma ne ew in ku çêrî wî navê qenc dikin, ku li we hatiye kirin?


Îcar gava ku ew li hember derketin û çêrî wî kirin, wî cilên xwe daweşandin û got: «Bila xwîna we di stûyê we de be! Ez bêrî me. Ji niha û pê ve ezê herim ba miletan.»


Lê ji berî van hemû tiştan wê dest bavêjin we û tengahiyê bidin we. Ewê we teslîmî kinîştan bikin û we bavêjin zîndanan û di ber navê min de ewê we derxin ber padîşah û waliyan.


Çaxê aqilê wî hat serê wî, wî got: ‹Ewqas palên bavê min hene ku xwarin ji ber wan dimîne, lê ez li vê derê ji nêzan dimirim.


Lê ew bi carekê har bûn û bi hevdû şêwirîn, ka ew çi li Îsa bikin.


Hay ji xwe hebin; wê we teslîmî dadgehan bikin û di kinîştan de wê li we bixin. Ji rûyê min wê we derxin ber walî û padîşahan, da ku hûn li ber wan şahidiyê bikin.


«Bi rastî ez ji we re dibêjim, hemû guneh û çêrên kurên mirovan wê li wan bên bihûrtin,


Xerabiya her tiştê ku li ser rûyê erdê tê kirin ev e: Heman tişt tê serê hemûyan. Herwiha di dema ku dijîn de, dilê mirovan bi xerabî û dînîtiyê tije ye. Piştre ew tevî miriyan dibin.


Dijminên min, tevahiya rojê neheqiyê dikin li min, Yên ji min hêrsbûyî, naletê tînin li navê min.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite