Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 2:14 - Kurmanji Încîl

14 Lê Petrûs bi yanzdehan ve rabû, dengê xwe bilind kir û ji wan re got: «Gelî Cihûyan û hûn hemû yên ku li Orşelîmê ne! Guh bidin peyvên min, vê yekê qenc bizanin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

14 Hingê Petrûs tʼevî her yanzdeha rʼabû dengê xwe hilda û cimeʼtêrʼa got: «Gelî cihûya û hʼemûyêd ku Orşelîmêda dimînin! Bira ev yeka weva eʼyan be û guh bidine xeberêd min.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Һьнге Пәтрус тʼәви һәр йанздәһа рʼабу дәнге хԝә һьлда у щьмәʼтерʼа гот: «Гәли щьһуйа у һʼәмуйед кӧ Оршәлимеда дьминьн! Бьра әв йәка ԝәва әʼйан бә у гӧһ бьдьнә хәбәред мьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 بله پِطرُس گَل وان یانزده شاگِردا رابو و بِ دَنگا بِلند گُتَ خلقه: «گَلی یهودیان و اون تواوی اَونه گو اورشلمیه دا دِژین، وِنَ بِزانِن و گوهه خو بِدَنَ قِسه مِن!

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 2:14
18 Referans Kwoze  

“Ya hûn ên bi rastiyê dizanin, Gelê ku Şerîeta min di dilê wî de ye, Min bibihîzin! Ji riswatiyên mirovan netirsin, Li ber tinazên wan neşikên.


û hingê ji civînê re got: «Gelî Îsraêliyan, ji bo tiştê ku hûnê bi van mirovan bikin, hay ji xwe hebin.


“Li boriyê bixin! Dijmin wekî teyr bi ser Mala Xudan ve tê. Ji ber ku Îsraêl peymana min binpê kir, Li dijî Şerîeta min derket.


“Bi dengê bilind gazî bikin, Xwe nedin paş! Dengê xwe wekî boriyê bilind bikin! Ji gelê min re serhildana wî Û ji Mala Aqûb re gunehên wî bibêjin.


“Ya kesên li pey rastiyê diçin Û li Xudan digerin, min bibihîzin! Li zinarê ku hûn jê hatine standin û necirandin, Li cihê ku hûn jê hatine kolan binêrin.


Piştre Mûsa û kahinên Lêwiyî ji hemû gelê Îsraêl re got: “Gelê Îsraêl, hiş be û guh bide. Hûn îro bûn gelê Xwedayê xwe Xudan.


qîriyan û gotin: «Ey Îsraêlîno, werin alîkariyê! Ew mirovê ku li her derê li hember gelê me, li hember Şerîetê û li hember vî cihî hînî her kesî dike, ev e. Bi ser de jî wî hin kesên ku ne Cihû ne anîne Perestgehê û ev cihê pîroz herimandiye.»


Steyfan got: «Bav û birano! Guhê xwe bidin min. Hê ku bavê me Birahîm li Mezopotamyayê bû, beriya ku ew li Heranê rûne, Xwedayê bi rûmet jê re xuya bû


«Gelî Îsraêliyan, guhdariya van gotinan bikin: Îsayê Nisretî, ji aliyê Xwedê ve ji we re bi kerametan, bi karên mezin û nîşanan hat erê kirin. Hûn bi xwe bi karên ku Xwedê bi destê wî, di nav we de kirine dizanin.


Ji bo wan pişk avêtin; pişk li Matiyos ket û ew bi yanzdeh Şandiyan re hat hesabkirin.


Hûn çima pereyê xwe ji bo tiştê ku ne nan e didin? Hûn çima keda xwe ji bo tiştê ku têr nake dirijînin? Baş min bibihîzin! Bila hûn tiştên qenc bixwin, Bila bi xwarina dewlemendan canê we zewqê bistîne.


Dengek tê! Nobedarên te dengê xwe bilind dikin, Bi hev re ji kêfan diqîrin. Çimkî vegera Xudan a Siyonê Bi çavên xwe dibînin!


“Ya gelê min, guhdariya min bike! Netewa min, guh bide min! Çimkî wê Şerîet ji min, Edaleta min wekî ronahiyê ji bo gelan bê.


“Niha lawikno, min bibihîzin! Xwezî bi wan ên ku miqateyê riyên min in.


Birayên min ên hezkirî, guhdar bin. Ma Xwedê belengazên li dinyayê nebijartine ku di baweriyê de dewlemend bin û bibin wêrisên wê padîşahiya ku wî soz daye wan ên ku ji wî hez dikin?


Hingê Pawlos rabû, destê xwe hilda û got: «Gelî Îsraêliyan û hûn ên din ên ku ji Xwedê ditirsin, guhdarî bikin.


Ya qasidê ku ji Siyonê re mizgîniyê tîne, Hilkişe çiyayê bilind! Ya qasidê ji Orşelîmê re mizgîniyê tîne, Dengê xwe bi hêzdarî bilind bike, netirse! Ji bajarên Cihûdayê re bibêjin: “Va ye Xwedayê we.”


Îcar di dema Hêrodês padîşah de, çaxê Îsa li Beytlehma Cihûstanê çêbû, ji Rojhilat stêrnas hatin Orşelîmê


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite