Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 15:7 - Kurmanji Încîl

7 Piştî gotûbêjeke dirêj, Petrûs rabû û got: «Birano, hûn dizanin ku berî niha Xwedê ji nav we ez bijartim, da ku miletên din peyva Mizgîniyê ji min bibihîzin û baweriyê bînin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

7 Pey gelek deʼw-dozêrʼa Petrûs rʼabû ser pʼîya û wanrʼa got: «Gelî bira! Hûn xwexa zanin ku Xwedê rʼojêd pêşinda ez nav weda bijartim, ku necihû xebera Mizgînîyê ji devê min bibihên û bawer bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Пәй гәләк дәʼԝ-дозерʼа Пәтрус рʼабу сәр пʼийа у ԝанрʼа гот: «Гәли бьра! Һун хԝәха заньн кӧ Хԝәде рʼожед пешьнда әз нав ԝәда бьжартьм, кӧ нәщьһу хәбәра Мьзгинийе жь дәве мьн бьбьһен у баԝәр бькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 پاشه گَلَک قِسَدانه، پِطرُس رابو و گُتَ وان: «گَلی بِرایا، اون دِزانِن گو رُژه اَوِلی، خدا اَز ناو وَدا بِژارتِم گو قَومه گو یهودی نینِن ژه دَوْه مِن پیاما انجیله بِبیهیسِن و ایمانه بینِن.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 15:7
25 Referans Kwoze  

Îcar piştî ku wan û Pawlos û Barnabas gelek hev birin û anîn û devjenî kirin, hingê birayan biryar da ku Pawlos, Barnabas û hinekên din hilkişin Orşelîmê, da ku ji bo vê yekê bi şandî û rihspiyan re bipeyivin.


Lê belê ez tu qîmetê nadim xwe bi xwe; armanca min bi tenê ev e ku ez berpirsiyariya xwe û wê xizmeta ku min ji Xudan Îsa standiye bînim serî, ku ez şahidiya Mizgîniya kerema Xwedê bikim.


Niha rabe, here jêr, qet dudilî nebe û bi wan re here. Çimkî min ew şandine.»


Her tiştî bê pitepitkirin û bê devjenî bikin,


Îcar devjeniyeke dijwar ket nav wan, wisa ku ji hev veqetiyan. Barnabas Marqos hilda û bi gemiyê çû Qibrisê.


Çaxê ku ev diperizîn Xudan û rojî digirtin, Ruhê Pîroz got: «Barnabas û Şawûl ji bo wî karê ku min gazî wan kiriye, veqetînin.»


Lê Xudan ji wî re got: «Tu here, çimkî ew ji bo min hacetekî bijartî ye, da ku navê min bigihîne ber miletan, padîşahan û zaryên Îsraêl.


Te bi Ruhê Pîroz bi devê xizmetkarê xwe bavê me Dawid got: ‹Çima milet hêç bûn Û netew tiştên pûç fikirîn?


Îcar bi vî awayî Xwedê, ev tiştên ku ji pêşî ve bi devê hemû pêxemberan gotibû ku Mesîh wê cefayê bikişîne, anî cih.


Wan dua kir û got: «Ya Xudan, tu bi dilê her kesî dizanî. Nîşanî me bide ka te ji van herduyan kîjan bijart,


«Birano, diviya ew nivîsara ku ji pêşî ve bi Ruhê Pîroz bi devê Dawid li ser Cihûda hatibû gotin, bihata cih.


Ne we ez hilbijartim, lê min hûn hilbijartin û kifş kirin, da ku hûn herin fêkî bidin û fêkiyê we bimîne. Hingê hûn bi navê min çi ji Bav bixwazin ewê bide we.


Yûhenna bersîv da û got: «Eger ji yekî re ji ezmên neyê dayîn, ew nikare tiştekî bistîne.


Xudan destê xwe dirêj kir, li devê min da û got: “Va ye, min peyvên xwe kirine devê te.


Niha here, ezê bi devê te re bim û ya ku tê bêjî hînî te bikim.”


Îcar Petrûs hê li ser dîtiniyê difikirî, Ruh ji wî re got: «Va ye, sê mirov li te digerin.


Şimûn got ku çawa Xwedê pêşî hat serdana miletên din, da ku ji nav wan xelkekî ji bo navê xwe rake.


Hin şagirtên ji Qeyseriyê jî bi me re hatin û em anîn mala Minasonê Qibrisî. Ew şagirtekî kevin bû û emê li mala wî bibûna mêvan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite