Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 12:6 - Kurmanji Încîl

6 Şevekê beriya wê roja ku Hêrodês wî derxe meydanê, Petrûs bi du zincîran girêdayî, di navbera du leşkeran de radiza. Û nobedaran li ber derî nobedariya zîndanê dikirin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

6 Wê şevê, ku sibetirê Hêrodes dixwest ew derxista ber cimeʼtê, bona dîwankirinê, Petrûs bi du zincîra girêdayî nava du eskerada rʼazayî bû, nobedara jî ber dêrî nobedarîya kelê dikir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 Ԝе шәве, кӧ сьбәтьре Һеродәс дьхԝәст әԝ дәрхьста бәр щьмәʼте, бона диԝанкьрьне, Пәтрус бь дӧ зьнщира гьредайи нава дӧ әскәрада рʼазайи бу, нобәдара жи бәр дери нобәдарийа кәле дькьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 شَوا پِش هِنده دا گو هیرودیس دِخاست دیوانا پِطرُس بِگَـت، پِطرُس بِ دو زنجیرا هاته بو گِردان و نابَینا دو سربازادا رازا بو و نُبَدارا ژی بَر دَری پاسوانی دِگِرِن.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 12:6
17 Referans Kwoze  

Hingê serhezar hat, ew girt û emir kir ku bi du zincîran bê girêdan. Wî pirsyar kir ku ew kî ye û wî çi kiriye.


Wisa ku em bi ewlehî bêjin: «Xudan alîkarê min e, Ez natirsim. Mirov wê çi bi min bike?»


Bila Xudan rehma xwe li mala Onîsîforos bike, çimkî wî gelek caran dilê min rihet kir û ji girtîbûna min şerm nekir,


Di ber wê de ez bi zincîran girêdayî qasidiyê dikim. Dua bikin, da ku ez bê tirs, wek ku pêwist e, wê bêjim.


Ji ber vê yekê min xwest ku ez we bibînim û bi we re bipeyivim. Çimkî ez di ber hêviya Îsraêl de bi vê zincîrê girêdayî me.»


«Me dît ku girtîgeh hişk girtiye û nobedar li ber derî rawestayî ne, lê gava me derî vekir, me kes li hundir nedît.»


Nobedar ji tirsa wî lerizîn û bûn wek miriyan.


Va ye, niha îro ez zincîrên destê te vedikim. Heke bi min re hatina Babîlê di çavê te qenc be, kerem bike were. Ezê baş li te binêrim. Heke bi min re hatina Babîlê di çavê te de ne qenc be, neyê. Va ye tevahiya welêt li ber te ye. Çûna ku derê li ber çavê te baş û rast be, here wir.


Ezê bi aştî xwe vezelînim û rakevim, Çimkî tenê tu, ya Xudan, Di ewlehiyê de min didî rûniştin.


Îbrahîm navê wê derê “Yahwe-Yîre” danî. Heta îro jî dibêjin: “Li çiyayê Xudan wê bê peydakirin.”


Pêşî min got: Ezê wan tarûmar bikim, Ezê bîranîna wan ji nav mirovan rakim.


Piştî ku Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan, Yêremya li Ramayê berda, gotina Xudan ji Yêremya re hat. Wî Yêremya li zincîran xistibû û bi hemû êsîrên Orşelîm û Cihûdayê re sirgûnî Babîlê dikirin.


Îcar Petrûs di zîndanê de girtî bû, lê civîna bawermendan ji dil û can ji bo wî ji Xwedê dixwest.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite