Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 1:13 - Kurmanji Încîl

13 Gava ku ew ketin bajêr, çûn oda jorîn a ku lê rûdiniştin. Petrûs, Yûhenna, Aqûb, Endrawis, Filîpos, Tûma, Bertolomeyos, Metta, Aqûbê kurê Halfayos, Şimûnê Welatparêz û Cihûdayê kurê Aqûb li wir bûn.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

13 Gava hatine bajêr, çûne oda mezine jorin, ew cîyê ku Petrûs û Yûhʼenna, Aqûb, Endrawis, Fîlîpo, Tʼûma, Bertolomeyo, Metta, Aqûbê Halfawo, Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Aqûb têda diman.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Гава һатьнә бажер, чунә ода мәзьнә жорьн, әԝ щийе кӧ Пәтрус у Йуһʼәнна, Аԛуб, Әндраԝьс, Филипо, Тʼума, Бәртоломәйо, Мәтта, Аԛубе Һалфаԝо, Шьмһʼуне ԝәлатпʼарьст у Щьһудайе Аԛуб теда дьман.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 وقته اَو هاتنَ ناو شَهری، چُنَ اُدا سَریَ مالا گو تِدا دِمان. پِطرُس و یوحنا، یعقوب و آندریاس، فیلیپُس و توما، بَرتولْما و مَتّی، یعقوب گوره حَلْفای و شَمعونه وَلاتپارِز و یهودا گوره یعقوب وِدَره بون.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 1:13
45 Referans Kwoze  

Li oda jorîn a ku em lê civiyabûn, gelek qendîl hebûn.


Hingê ewê li jor odeyeke mezin a raxistî nîşanî we bide. Li wê derê şîvê amade bikin.»


Hingê ewê li qata jor odeyeke mezin a raxistî û amadekirî nîşanî we bide; li wê derê ji bo me şîvê amade bikin.»


Çaxê ku Îsa derbas dibû, Lêwiyê kurê Halfayos li cihê bacxanê rûniştî dît û jê re got: «Li pey min were.» Ew jî rabû û li pey wî çû.


Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh, silavan li diwanzdeh eşîrên ku belav bûne dike.


Wî destê xwe hilda, da ku bêdeng bimînin û ji wan re got ku Xudan çawa ew ji zîndanê derxistiye. Û got: «Vê yekê ji Aqûb û ji birayan re bêjin.» Piştre derket û çû dereke din.


Petrûs ji wan re got: «Tobe bikin û ji bo ku li gunehên we bê bihûrtin bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad bibe û hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin.


Ji Cihûda, xulamê Îsa Mesîh û birayê Aqûb, ji gazîkiriyên ku ji aliyê Bav Xwedê ve tên hezkirin û bi Îsa Mesîh tên parastin re:


Aqûb, Kîfas û Yûhenna yên ku stûn dihatin hesabkirin, gava bi kerema ku ji min re hatiye dayîn derxistin, ji bo hevpariyê destên xwe yên rastê dan min û Barnabas û erê kirin ku em herin miletên din û ew jî herin Cihûyan.


Lê min ji Şandiyan kesek nedît; min bi tenê birayê Xudan Aqûb dît.


Piştî ku wan peyivîna xwe xilas kir, Aqûb bersîv da û got: «Birano, guhê xwe bidin min.


Lê Petrûs û Yûhenna bersîva wan dan û gotin: «Ma li ber Xwedê kîjan rast e? Em guhê xwe bidin we, an bidin Xwedê? Hûn bêjin.


Gava ku wan biziraviya Petrûs û Yûhenna dît û fêm kirin ku ew nexwenda û di halê xwe de ne, şaş man. Wan tê derxist ku ev mirov bi Îsa re mane.


Lê Petrûs bi yanzdehan ve rabû, dengê xwe bilind kir û ji wan re got: «Gelî Cihûyan û hûn hemû yên ku li Orşelîmê ne! Guh bidin peyvên min, vê yekê qenc bizanin.


Şimûn-Petrûs, Tûmayê ku jê re Cêwî digotin, Natanyêlê ji Qenaya Celîlê, kurên Zebedî û du şagirtên Îsa yên din bi hev re bûn.


Ew keçika dergehvan ji Petrûs pirsî: «Ma tu jî ne yek ji şagirtên vî mirovî yî?» Petrûs got: «Na, ne ez im.»


Hingê Tûmayê ku jê re Cêwî digotin, ji hevalên xwe yên şagirt re got: «Em jî herin, da ku em bi wî re bimirin.»


Wî Petrûs, Aqûb û Yûhenna bi xwe re birin û dest pê kir ket halekî teng û dijwar û diltengiyê ew girt.


Piştî şeş rojan Îsa Petrûs, Aqûb û Yûhenna birin û ew bi xwe re derxistin çiyayekî bilind; li wir ew bi serê xwe bûn û dîtina wî li ber wan hat guhertin.


Wî nehişt ku ji bilî Petrûs, Aqûb û birayê wî Yûhenna kes li pey wî bê.


Gava Îsa ji wê derê çû, wî mirovek bi navê Metta li cihê bacxanê rûniştî dît. Îsa ji wî re got: «Li pey min were.» Metta jî rabû û li pey wî çû.


Ji vî rihspiyî, ji sitiya bijartî û zarokên wê re, ji yên ku ez bi rastiyê ji wan hez dikim re. Ne tenê ez, lê hemû yên ku rastiyê dizanin jî ji wan hez dikin.


Piştre ji Aqûb re xuya bû, piştre jî ji hemû Şandiyan re.


Cihûda – ne yê Îsxeryotî – ji wî re got: «Ya Xudan, ev çawa dibe ku tê xwe ji me re eşkere bikî, lê xwe ji dinyayê re eşkere nakî?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite