Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 5:16 - Kurmanji Încîl

16 Eger yek bibîne ku birayê wî gunehekî ku mirinê nayne dike, bila ji Xwedê bixwaze û ewê jiyanê bide wî yê ku gunehê ku mirinê nayne kiriye. Gunehê ku mirinê tîne heye; ez nabêjim bila ji bo gunehekî weha dua bike.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

16 Heger yek bibîne ku birê wî gunek kirîye, lê nabe berbi mirinê, bira bona wî dua bike û Xwedê wê jîyînê bide wî. Ez vê yekê hindava wanda dibêjim, kʼîjanêd ku gunê berbi mirinê nakin. Gune heye ku dibe berbi mirinê. Ez nabêjim, ku bona vê yekê dua bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Һәгәр йәк бьбинә кӧ бьре ԝи гӧнәк кьрийә, ле набә бәрбь мьрьне, бьра бона ԝи дӧа бькә у Хԝәде ԝе жийине бьдә ԝи. Әз ве йәке һьндава ԝанда дьбежьм, кʼижанед кӧ гӧне бәрбь мьрьне накьн. Гӧнә һәйә кӧ дьбә бәрбь мьрьне. Әз набежьм, кӧ бона ве йәке дӧа бькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 هَگو مِرُوَگ بِبینیت گو بِرایه وی گُنَهَگه دِگَت گو دوماییگا وه مِرِن نینَ، اَو دِبی دعایا بِگَت و خدا دیه ژیانه بِدَته. اَز وِنَ راستا وان مِرُوادا دِبِژِم گو دوماییگا گُنَها وان مِرِن نینَ. گُنَهَگ ژی هَیَ گو دوماییگا وه مِرِنَ. اَز نابِژِم گو راستا گُنَهَگه وِسادا دِبی دعایا بِگَن.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 5:16
32 Referans Kwoze  

“Lê tu ji bo vî gelî dua û lava neke. Çimkî di tengasiyê de gava ew gazî min bikin, ezê guhdariya wan nekim.


Heke mirovek li dijî mirovekî din gunehekî bike, Xwedê dibe navbeynkarê wan. Lê heke mirov li dijî Xudan guneh bike, wê kî wî biparêze?” Lê wan guh nedida dengê bavê xwe. Loma jî Xudan biryar dabû ku wan bikuje.


Û her kesê ku li dijî Kurê Mirov peyvekê bêje, wê li wî bê bihûrtin, lê yê ku li dijî Ruhê Pîroz çêrekê bike, li wî nayê bihûrtin.


Xudan ji min re got: “Ji bo qenciya vî gelî dua neke.”


“Îcar tu ji bo vî gelî dua neke. Ji bo wan lava û dua neke. Ji min lava neke, çimkî ezê guhdariya te nekim.


“‘Dixwazî welatî, dixwazî xerîb be, kesê bi zanîn guneh kiriye û çêrê Xudan kiriye wê ji nav gel bê avêtin.


Wî got: “Ya Reb, heke dilê te bi min xweş be, ez hêvî dikim, kerem bike bi me re were. Çimkî ev miletekî serhişk e. Neheqî û gunehên me bibexişîne û me bike mîrasa xwe.”


Îbrahîm dua kir û Xwedê şifa da Avîmelek, jina wî û cariyeyên wî. Êdî wan dikaribû zarokan bînin.


Niha jina wî lê vegerîne. Çimkî ew pêxember e û wê ji bo te dua bike û tê bijî. Lê heke tu wê bi şûn ve neşînî, bizanibe ku tu û hemû kesên te wê esse bimirin.”


Loma wî got, wiyê ew tune bikirana, Eger evdê wî yê bijartî Mûsa, li şeqara li pêşberî wî ranewestiya, Û xezeba wî neziviranda, wiyê ew tune bikirana.


«Ez ji bo wan dua dikim. Ne ji bo dinyayê; ez ji bo yên ku te dane min dua dikim. Çimkî ew ên te ne.


Mûsa hêvî û lava ji Xudan kir û got: “Ya Xwedê, ez lava dikim şifayê bide Miryamê.”


Skenderê sifirker gelek xerabî li min kir. Xudan wê li gor kirinên wî bide wî.


Paşê gel ji Samûêl re got: “Ji bo xulamên xwe gazî Xwedayê xwe Xudan bike ku em nemirin. Çimkî me li ser hemû xerabiyên xwe, bi xwestina padîşahekî gunehekî din jî lê zêde kir.”


Her neheqî guneh e; lê gunehê ku mirinê nayne heye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite