Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 5:10 - Kurmanji Încîl

10 Yê ku baweriyê bi Kurê Xwedê tîne, ev şahidî di dilê wî de ye. Yê ku ji Xwedê bawer nake, wî ew derewker kiriye, çimkî wî bawerî bi şahidiya ku Xwedê ji bo Kurê xwe kiriye, neaniye.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

10 Yê ku bawerîya xwe Kurʼê Xwedê tîne, nava wîda ev şeʼdetî heye. Yê ku bawerîya xwe Xwedê nayne, ew Xwedê derew derdixe, çimkî bawerîya xwe wê şeʼdetîyê nayne, ya ku Xwedê bona Kurʼê Xwe şeʼdetî da.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Йе кӧ баԝәрийа хԝә Кӧрʼе Хԝәде тинә, нава ԝида әв шәʼдәти һәйә. Йе кӧ баԝәрийа хԝә Хԝәде найнә, әԝ Хԝәде дәрәԝ дәрдьхә, чьмки баԝәрийа хԝә ԝе шәʼдәтийе найнә, йа кӧ Хԝәде бона Кӧрʼе Хԝә шәʼдәти да.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 هَچی کَسه ایمان گوره خدا هَیَ، اَو شَهادَتَ ناو خودا هَیَ. بله اَوه گو ایمان خدا چِنینَ اَو دِرَوگَر زانیَ، چون اَو شَهادَتا گو خدا راستا گوره خودا دایَ، باوار نَگِریَ.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 5:10
22 Referans Kwoze  

Ruh bi xwe, bi ruhê me re şahidiyê dike ku em zarokên Xwedê ne.


Û ji ber ku hûn kur in, Xwedê Ruhê Kurê xwe yê ku gazî dike: «Abba», yanî «Bavo!» şand dilê me.


Yê ku şahidiya wî qebûl dike, mor dike ku Xwedê rast e.


Û peyva wî di dilê we de namîne, çimkî hûn ji yê ku wî şandiye bawer nakin.


Birano, hay ji xwe hebin ku bi tu kesî ji we re dilekî xerab û bêbawer ê ku we ji Xwedayê jîndar bizivirîne, peyda nebe.


Xwedê ne mirov e Ku derewan bike. Ew ne ji kurê mirovan e Ku fikra xwe biguherîne. Ma ew dibêje û nake? Yan jî soz dide û nake?


Her kesê ku bawer dike ku Îsa, Mesîh e, ji Xwedê çêbûye û her kesê ku ji Bav hez dike, ji zarokê Bav jî hez dike.


Eger em bêjin: «Me guneh nekiriye», em wî derewker dikin û peyva wî bi me re tune.


Sira Xudan ji bo wan e ku ji wî ditirsin, Ew wan haydar dike ji peymana xwe.


Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje. Ewê ku bi ser dikeve, ezê ji Mannayê veşartî bidim wî. Ezê kevirekî spî yê ku navekî nû li ser nivîsiye bidim wî; ji yê standî pê ve, kes nizane.›»


Çimkî hûn mirin û jiyana we bi Mesîh re li ba Xwedê hilanî ye.


Çimkî mirovê hîlekar li ber Xudan kirêt e, Lê Xudan bi dilrastan dişêwire.


Îcar ejder ji jinikê hêrs bû û çû, da ku bi wan re şer bike, yên ku ji dûndana wê mane, yên ku emrên Xwedê bînin cih û şahidiya Îsa bi wan re ye.


Û ezê stêra sibê bidim wî.


Bi vî awayî peyva pêxemberîtiyê ji me re hê bêtir qayîm hat deranîn. Heta ku sibe zelal bibe û stêrka sibê di dilê we de derkeve, wek çiraya ku di tariyê de ronahî dide, hûnê qenc bikin ku hûn bala xwe bidin peyvên pêxemberîtiyê.


Çimkî Xwedê wisa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe.


Kê baweriya xwe bi xebera me anî? Zendê Xudan ji kê re xuya bû?


“Heke ne wiha ye, Kî dikare min derewkar derîne Yan nîşan bide ku gotinên min vala ne?”


Çima êşa min bêdawî Û birîna min bêderman e? Ji bo çi, şifayê red dike? Ma tê ji min re wekî newaleke xapînok Û ava bêewle bibî?


Yê ku baweriyê bi wî tîne, sûcdar nayê derxistin; lê yê ku baweriyê nayne, ji xwe sûcdar bûye, çimkî wî bawerî bi navê Kurê Xwedê yê yekta neaniye.


Lê ez vê jî dibêjim: Her çiqas ku wêris xwediyê her tiştî be jî, heta ku zarok e ferqa wî ji yê xulam tune.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite