Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 3:24 - Kurmanji Încîl

24 Yê ku emrên wî tîne cih, bi Xwedê re dimîne û Xwedê jî bi wî re dimîne. Em bi vê yekê dizanin ku ew bi me re dimîne: Bi Ruhê ku daye me.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

24 Û ewê ku tʼemîyêd Wî xwey dike, nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda. Û em ji vê yekê zanin ku Ew nava meda dimîne, bi wî Rʼuhʼê ku Ewî daye me.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

24 У әԝе кӧ тʼәмийед Ԝи хԝәй дькә, нава Хԝәдеда дьминә у Хԝәде жи нава ԝида. У әм жь ве йәке заньн кӧ Әԝ нава мәда дьминә, бь ԝи Рʼӧһʼе кӧ Әԝи дайә мә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 هَچی کَسه گو اَمرِت خدا تینیتَ جی، ناو خدادا دِمینیت و خدا ناو ویدا. اَم بِ واسِطا رِحا خدا گو اَوی دایَ مَ، دِزانِن گو اَو ناو مَدا دِمینیت.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 3:24
21 Referans Kwoze  

Ma hûn nizanin ku hûn Perestgeha Xwedê ne û Ruhê Xwedê di hundirê we de rûdine?


Wan tiştên qenc ên ku li te hatine spartin, bi Ruhê Pîroz ê ku di dilê me de rûdine, biparêze.


Yê ku bêje: «Ez bi wî re dimînim», divê wek ku Îsa rêve çûye, ew jî rêve here.


An ma hûn nizanin ku bedena we Perestgeha Ruhê Pîroz ê ku di hundirê we de ye, ku we ji Xwedê standiye? Hûn ne yên xwe bi xwe ne.


Hezkirîno, em ji hevdû hez bikin; çimkî hezkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hez dike, ji Xwedê çêbûye û Xwedê nas dike.


da ku hemû bibin yek. Ya Bavo, çawa tu bi min re yî û ez bi te re me, bila ew jî bi me re bin, da ku dinya bawer bike ku te ez şandime.


û em her çi bixwazin emê jê bistînin. Çimkî em emrên wî tînin cih û em tiştên ku li wî xweş tên dikin.


Ma di navbera Perestgeha Xwedê û pûtan de çi lihevkirin heye? Çimkî em Perestgeha Xwedayê jîndar in. Wek ku Xwedê gotiye: «Ezê di nav wan de rûnim Û di nav wan de bigerim; Ezê bibim Xwedayê wan Û ew jî wê bibin gelê min.»


Lê eger ez wan dikim, hûn ji min bawer nakin jî, dîsa bi karên min bawer bikin, da ku hûn bizanin û fêm bikin ku Bav bi min re ye û ez bi Bav re me.»


Ew Ruhê Rastiyê ye; dinya nikare wî qebûl bike, çimkî ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî ew bi we re dimîne û ewê di dilê we de be.


Îcar yê ku vê yekê red dike, ew ne mirov red dike, lê ew wî Xwedayê ku Ruhê xwe yê Pîroz dide we, red dike.


Bi vê yekê em dizanin ku em wî nas dikin; eger em emrên wî bînin cih.


Lê kî ku gotina wî bigire, bi rastî hezkirina Xwedê li ba wî temam bûye. Bi vê em dizanin ku em bi wî re ne:


Bila tiştê ku we ji destpêkê ve bihîstiye, bi we re bimîne. Eger tiştê ku we ji destpêkê ve bihîstiye bi we re bimîne, hûn jî, hûnê bi Kur û bi Bav re bimînin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite