Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 3:15 - Kurmanji Încîl

15 Her kesê ku ji birayê xwe nefret dike, mêrkuj e û hûn dizanin ku jiyana herheyî bi tu mêrkujî re tune.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

15 Her kesê ku birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew mêrkuj e û hûn zanin ku nava tʼu mêrkujîda jîyîna hʼeta-hʼetayê tʼune.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Һәр кәсе кӧ бьре ԝи бәр чʼәʼва рʼәш ә, әԝ меркӧж ә у һун заньн кӧ нава тʼӧ меркӧжида жийина һʼәта-һʼәтайе тʼӧнә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 هَچی کَسه نَفرَته بِرایه خو دِگَت، قاتلَ و اون دِزانِن گو ژیانا اَبَدی ناو چه قاتلادا جی چِنینَ.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 3:15
19 Referans Kwoze  

Lê heçî yên tirsonek in, yên bêewle, yên di nav pîsîtiyê de ne, yên kuştinê dikin, yên zînakar, yên sêrbaz, yên pûtperest û hemû yên ku derewkar in, para wan di wê golê de ye, ku bi êgir û kewkurtê dişewite. Mirina diduyan ev e.»


Hûn ji bavê xwe Îblîs in û hûn dixwazin xwestekên bavê xwe bi cih bînin. Ew ji destpêkê ve mêrkuj bû û tu caran li ser rastiyê nemaye, çimkî rastî li ba wî tune. Çaxê ku ew derewan dike, ji tiştên xwe bi xwe dibêje; çimkî ew derewkar e û bavê derewan e.


Ew çûn ba serekên kahînan û rihspiyan û gotin: «Me hişk sond xwariye, heta ku em Pawlos nekujin, em qet tiştekî tam nakin.


Di pey de xwestek avis dibe û guneh tîne. Û çaxê ku guneh digihîje, mirinê tîne.


Çaxê bû sibe Cihûyan gotina xwe kir yek û sond xwarin, heta ku Pawlos nekujin, ne bixwin û ne jî vexwin.


Lê kî ji ava ku ez bidimê vexwe, tu caran tî nabe. Belê ew ava ku ezê bidim wî, wê di dilê wî de ji bo jiyana herheyî bibe kaniyeke ava ku diherike.»


Loma kîna Hêrodiya ji Yûhenna hebû, dixwest ku wî bide kuştin, lê bi ser nediket,


Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi dilxwazî li jinekê binêre, ji xwe wî di dilê xwe de bi wê re zîna kiriye.


Ji ber ku bavê wî Aqûb pîroz û bereket kiribû, kîna Esaw li dijî Aqûb zêde bû. Di dilê xwe de got: “Rojên şîna bavê min nêzîk bûne. Ezê birayê xwe Aqûb bikujim.”


Hûn ne ji tovê ku xera dibe, lê ji yê ku xera nabe, bi peyva Xwedê ya jîndar û mayîndar ji nû ve çêbûn.


“Lê kesê ku ji cîranê xwe nefretê bike, kemînê li pêşiya wî deyne, lê bixe û bikuje, piştre jî bireve bajarekî ji wan bajaran,


Yê ku bêje: «Ez di ronahiyê de me» û ji birayê xwe nefret bike, hê jî ew di tariyê de ye.


Lê yê ku ji birayê xwe nefret dike, di tariyê de ye, di tariyê de rêve diçe û nizane ku diçe ku derê, çimkî tariyê çavên wî kor kirine.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite