Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 2:18 - Kurmanji Încîl

18 Zarono, saeta dawî ye! Wek ku we bihîstiye, yê ku dijberê Mesîh e wê bê û niha jî gelek dijberên Mesîh derketine. Ji wê yekê em dizanin ku saeta dawî ye.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

18 Zarʼno, va wextê axirîyê ye. Û çawa we bihîstîye ku ekʼsîmesîh wê bê, îdî gelek ekʼsîmesîh hatine. Ji wê yekê jî em zanin ku wextê axirîyê ye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Зарʼно, ва ԝәхте ахьрийе йә. У чаԝа ԝә бьһистийә кӧ әкʼсимәсиһ ԝе бе, иди гәләк әкʼсимәсиһ һатьнә. Жь ԝе йәке жи әм заньн кӧ ԝәхте ахьрийе йә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 گَلی زاروگان، آخِرزمانَ، و هَ وِسا گو وَ بیهیستیَ ’ضِدّ مسیحْ‘ وِیَ تِت، هَ نَهَ ژی گَلَک اَونه گو له ضِدّ مسیحِن هاتنَ. بَهنده اَم دِزانِن گو آخِرزمانَ.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 2:18
24 Referans Kwoze  

lê her ruhê ku Îsa eşkere nake, ne ji Xwedê ye. Û ruhê dijberê Mesîh ê ku we li ser bihîstiye wê bê, ev e û ji xwe niha di dinyayê de ye.


Gelekên ku xelkê dixapînin, li dinyayê belav bûn. Ew eşkere nakin ku Îsa Mesîh bi xwîn û goşt hatiye. Yê ku xapînok e û dijberê Mesîh e, ev e.


Ji yê ku dibêje: «Îsa ne Mesîh e» pê ve, kî derewkar e? Dijberê Mesîh ew e ku hem Bav û hem jî Kur înkar dike.


Çimkî mesîhên derewîn û pêxemberên derewîn wê derkevin, wê nîşan û karên mezin çêkin, wisa ku eger bibe, ewê bijartiyan jî bixapînin.


Çimkî gelek wê bi navê min bên û bêjin: ‹Mesîh ez im› û wê gelekan bixapînin.


Hezkirîno, ji her ruhî bawer nekin, lê ruhan biceribînin ka ew ji Xwedê ne an ne. Çimkî gelek pêxemberên derewîn derketin dinyayê.


Gelek wê bi navê min bên û bêjin: ‹Ez ew im› û wê gelekan bixapînin.


Lê çawa ku di nav gelê Îsraêl de pêxemberên derewîn hebûn, wisa wê di nav we de jî mamosteyên derewîn hebin. Ewê bi dizî hînkirinên wêranker bînin hundir û heta ewê wî Xudanê ku ew kirrîne jî înkar bikin. Lê belê ewê zûka helakê bînin ser xwe.


Û gelek pêxemberên derewîn wê derkevin û gelekan bixapînin.


ku ji we re digotin: «Di dema dawî de tinazkarên ku li gor xwestekên xwe yên nepak rêve diçin, wê derkevin.»


Berî her tiştî vê bizanin ku di rojên dawîn de tinazkar wê derkevin, li gor xwestekên xwe rêve herin, tinazan bikin


Lê di van rojên dawîn de, ew bi Kurê xwe yê ku ew kiriye wêrisê her tiştî û bi destê wî erd û ezman çêkirine, ji me re peyivî.


Hê berî damezrandina dinyayê ew hat destnîşankirin, lê di dawiya deman de di ber we de xuya bû.


Îcar hûn bi hêza Xwedê bi riya baweriyê, ji bo xilasbûna ku amade ye di wextê dawî de bê eşkerekirin, tên parastin.


Îsa ji wan re got: «Zarono, ma pêxwarina we heye?» Wan lê vegerand û gotin: «Na.»


Vê yekê bikin, çimkî hûn dizanin ku çi wext e; êdî saet hat ku hûn ji xewê hişyar bibin, ji ber ku niha xilasiya me, ji dema ku me bawerî anî nêzîktir e.


Şev pêşve çûye, roj nêzîk bûye. Îcar rabin, em karên tariyê ji ser xwe bavêjin û xwe bi çekên ronahiyê rapêçin.


Dawiya her tiştî nêzîk e; loma sergiran bin û ji bo duakirinê li ser hişê xwe bin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite