Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 9:39 - Peymana Nû (Încîl)

39 Îsa got: «Ez bona dîwankirinê hatime vê dinyayê, wekî yêd ku nabînin bibînin û yêd ku dibînin kor bin».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

39 Îsa jî got: «Ez ji bo dîwankirinê hatime vê dinyayê, da ku yên ku nabînin bibînin û yên ku dibînin jî kor bibin.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

39 Иса гот: «Әз бона диԝанкьрьне һатьмә ве дьнйайе, ԝәки йед кӧ набиньн бьбиньн у йед кӧ дьбиньн кор бьн».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

39 عیسی گُت: «اَز بُ قضاوت گِرِنه هاتِمَ سَر وه دُنیایه، گو اَونه گو گُورَنَ، بِبینِن و اَونه گو دِبینِن گُورَ بِن.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 9:39
34 Referans Kwoze  

Dîwan bi vî awayî dibe: Rʼonayî hate dinyayê, lê meriva teʼrîstanî ji rʼonayê zêdetir hʼiz kir, çimkî kirêd wan xirabî bûn.


Ez çawa rʼonayîdar hatime dinyayê, wekî her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, teʼrîyêda nemîne.


wekî çʼeʼvêd wan vekî, ji teʼrîstanîyê berbi rʼonayê û ji hʼukumê mîrêcin berbi Xwedê vegerʼînî, wekî bi saya wê bawerîya ser min, gunêd wan bêne baxşandinê û tʼevî pʼara cimeʼta Min bin›.


Îsa dîsa tʼevî wan xeber da û got: «Ez im rʼonaya dinyayê. Ewê ku pey Min bê, wê tʼu car teʼrîyêda negerʼe, lê wê rʼonaya wîye jîyînê hebe».


Lê ewê, ku birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew nava teʼrîyêda ye, nava teʼrîyêda digerʼe û nizane kʼuda diçe, çimkî teʼrîyê çʼeʼvêd wî kor kirine.


«Rʼuhʼê Xudan li ser Min e, çimkî Ewî Ez bi rʼûnkirinê kʼifş kirim, wekî Mizgînîyê bidime feqîra, û Ez şandime hêsîrarʼa boy serbestîyê û korarʼa boy dîtinê dannasîn kim, azayîyê bidime bindesta


wekî yêd ku teʼrîstanîyê û bin sîya mirinêda dimînin rʼonayî ke û nigêd me dayne ser rʼîya eʼdilayîyê».


Lê hûn qebîleke jibare ne, kʼahînêd pʼadşatîyê, miletê buhurtî, cimeʼta Xwedê, wekî kʼeremetêd Wî bikine dengî, Yê ku hûn ji teʼrîstanîyê gazî rʼonaya xweye hʼujmekʼar kirine.


çimkî her tiştê ku aşkere dibe, dibe rʼonayî. Bona vê yekê hatîye gotinê: «Xewixîyo, hʼişyar be! Ji nav mirîya rʼabe û Mesîh wê te rʼonayî ke».


Bona hineka em bîna mirinê ne, ku wan berbi mirinê dibe û bona hineka jî bîna jîyînê, ku wan berbi jîyînê dibe. Û kʼî dikare vî barî hilde?


Ewî li wan vegerʼand û got: «Ez nizanim Ew gunekʼar e, yan na, lê ez tʼenê tiştekî zanim ku ez kor bûm û niha dibînim».


Hûn li anegorî dîtina çʼeʼva dîwanê dikin, lê Ez dîwana tʼu kesî nakim.


Çimkî Xwedê Kurʼê Xwe neşande dinyayê, ku dîwana dinê bike, lê wekî dinya pê Wî xilaz be.


Awa bizanibin ku hinekêd paş wê bibine pêş û hinekêd pêş wê bibine paş».


Û wê demê Îsa gelek ji nexweşîya, derba, ji rʼuhʼêd xirab qenc kirin û çʼeʼvêd gelek kora vekirin.


Şimhʼûn dua wan kir û dîya Wî Meryemêrʼa got: «Bibihên, Eva ewî kʼifşkirî ye, Yê ku wê Îsraêlêda bibe sebebê kʼetin-rʼabûna geleka, usa jî bibe nîşanek, ku gelekê miqabilî Wî rʼabin


Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê.


Lê heger çʼeʼvê te xirab e, tʼemamîya bedena teyê teʼrî be. Awa heger ew rʼonaya ku nav teda ye teʼrî ye, teʼrî wê çiqas zêde be!


û yêd ku unda dibin bi her cûrʼe neheqîya bixapîne. Ewana unda dibin, çimkî wana rʼastî hʼiz nekir û qebûl nekir ku xilaz bin.


Ji wan vegerʼin! Ewe kor in û rʼêberê kora ne. Heger kor rʼêberîyê kora bike, her duyê jî bikʼevine çʼeʼlê».


Niha ye wextê dîwana vê dinyayê, niha serwêrê vê dinyayê wê bê avîtinê derva.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite