Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 9:29 - Peymana Nû (Încîl)

29 Em zanin ku Xwedê tʼevî Mûsa xeber daye, lê bona Vî em nizanin ku Ew ji kʼu ye!»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

29 Em dizanin ku Xwedê bi Mûsa re peyivî ye, lê heçî ev mirov e, em nizanin ku ew ji ku derê tê!»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

29 Әм заньн кӧ Хԝәде тʼәви Муса хәбәр дайә, ле бона Ви әм ньзаньн кӧ Әԝ жь кʼӧ йә!»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

29 اَم دِزانِن گو خدا گَل موسی پِیغَمبَر قِسَ گِریَ. بله اَو مِرُوَ، اَم نِزانِن ژه کیدَره هاتیَ.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 9:29
28 Referans Kwoze  

Îsa caba wana da û got: «Heger Ez Xwexa bona Xwe şeʼdetîyê didim, şeʼdetîya Min rʼast e, çimkî Ez zanim Ez ji kʼu hatime û kʼuda diçim. Lê hûn nizanin ku Ez ji kʼu têm, yan kʼuda diçim.


Lê min ji Xwedê kʼomek stand û hʼeta îro ez mame, şeʼdetîyê didime biçʼûk û mezina. Tiştekî zêde jî ji wan tiştêd ku pʼêxembera û Mûsa gotibûn wê bibin, min negotîye:


Hʼeta van xebera eʼlaletê guhdarîya wî kir, paşê bi dengê bilind gotin: «Rʼûbarî dinê wî nehêle! Yêd mîna wî gerekê nejîn!»


Ew Mûsayê ku tʼexsîr kirin û gotinê: ‹Kʼê tu ser me serwêr û hʼakim kʼifş kirî?› Xwedê bi destê wî milyakʼetê ku nav dirʼîyêda wîva xuya bû, ew çawa serwêr û xilazkir şand.


Awa cara duda wana gazî wî merivê ku kor bû kirin û gotinê: «Ber Xwedê rʼast bêje! Em zanin ku Ew Meriva gunekʼar e».


Hingê hineke ji fêrisîya got: «Ev meriva ne ji Xwedê ye, çimkî Ew rʼoja şemîyê xwey nake». Lê hineka jî digot: «Merivekî gunekʼar çawa dikare van kʼeremeta bike?» Bi vî awayî nav wanda bû dutîretî.


Lê rʼast em zanin ku eva ji kʼu ye. Lê gava ku Mesîh bê, kesê nizanibe ku ew ji kʼu ye».


Çimkî Qanûn bi destê Mûsa hate dayînê, kʼerem û rʼastî bi destê Îsa Mesîh.


Û dest bi xeybê kirin gotin: «Me Ev meriva dît ku miletê me dixalifîne û ne jî dihêle ku xerc bidine Qeyser. Bona Xwe jî dibêje: ‹Ez Mesîh Pʼadşa me›».


û gotin: «Evî got: ‹Ez dikarim pʼaristgeha Xwedê hilşînim û nava sê rʼojada dîsa wê çêkim›».


Lê gava fêrisîya bihîst gotin: «Eva bi hʼukumê serwêrê cina Belzebûl cina derdixe».


Hingê Îsa pʼaristgehêda wextê hînkirinê dengê Xwe bilind kir û got: «Hûn Min nas dikin û zanin ku Ez ji kʼu me? Ez xweserîxwe nehatime. Lê Yê ku Ez şandime, Ew ser rʼastîyê ye, hûn Wî nas nakin.


Evî merivî li wan vegerʼand û got: «Hema ev e eʼcêba giran, ku hûn nizanin Ew ji kʼu ye, lê Wî çʼeʼvêd min vekirin.


Gelek cara û bi gelek cûrʼa Xwedê pêşda pê pʼêxembera kal-bavêd merʼa xeber daye,


lê van rʼojêd axirîyêda pê Kurʼê Xwe merʼa xeber da, Kʼîjan ku kʼifş kir, wekî axirîyê bibe xweyîwarê her tiştî û bi Wî jî eʼrd û eʼzman eʼfirand.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite