Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 9:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 Awa cara duda wana gazî wî merivê ku kor bû kirin û gotinê: «Ber Xwedê rʼast bêje! Em zanin ku Ew Meriva gunekʼar e».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

24 Îcar wan cara diduyan gazî wî mirovê ku berê kor bû kir û jê re gotin: «Li ber Xwedê rastiyê bêje! Em dizanin ku ev mirov gunehkar e.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

24 Аԝа щара дӧда ԝана гази ԝи мәрьве кӧ кор бу кьрьн у готьне: «Бәр Хԝәде рʼаст бежә! Әм заньн кӧ Әԝ Мәрьва гӧнәкʼар ә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 بَجا جارَگه دی گاز گِرِنَ اَوه گو پِشتا گُورَ بو، و گُتنَ وی: «شُکوه و جلاله بِدَ خدا! اَم دِزانِن گو اَو مِرُوَ گُنَهکارَ.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 9:24
22 Referans Kwoze  

Hingê hineke ji fêrisîya got: «Ev meriva ne ji Xwedê ye, çimkî Ew rʼoja şemîyê xwey nake». Lê hineka jî digot: «Merivekî gunekʼar çawa dikare van kʼeremeta bike?» Bi vî awayî nav wanda bû dutîretî.


Gava serekêd kʼahîna û nobedara Ew dît, kirine qîrʼîn û gotin: «Wî xaç ke, Wî xaç ke!» Pîlato wanrʼa got: «Hûn Wî bibin xaç kin. Ez xwexa tʼu sûcî Wîda nabînim».


Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.


Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtʼaqetîya binyatʼa merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kurʼê Xwe dilqê binyatʼa merivayîye gunekʼarda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyatʼêda dîwana gune kir,


Wana lê vegerʼand û gotinê: «Heger Ew ne yekî zulmkʼar bûya, me Ew nedida destê te».


Ewê we ji kʼinîşta derxine derva. Wextê jî bê, wekî kʼî ku we bikuje jî, wê bifikire yançîye ew Xwedêrʼa qulix dike.


Îdî Ezê tʼevî we gelekî xeber nedim, çimkî va ye serwêrê vê dinyayê tê. Hʼukumê wî qet ser Min tʼune,


Îsa wanrʼa got: «Ez cina nakʼevim. Ez qedirê Bavê Xwe digirim, lê hûn Min bêhurmet dikin.


Ji we kʼî dikare îzbat ke, ku gunê Min heye? Awa heger rʼastîyê dibêjim, çima hûn Min bawer nakin?


wekî hʼemû qedirê Kurʼ bizanibin, çawa qedirê Bavê zanin. Yê ku qedirê Kurʼ nizane, ew qedirê Bavê ku Ew şandîye jî nizane.


Hʼemûyêd ku ev yek dîtin, bîna xwe teng dikirin û digotin: «Ew bû mêvanê merivekî gunekʼar».


Lê fêrisî û qanûnzana bîna xwe teng dikir û digotin: «Eva gunekʼara qebûl dike û tʼevî wan nan dixwe».


Gava wî fêrisîyê ku ew tʼeglîf kiribû ev yek dît, dilê xweda got: «Heger Eva pʼêxember bûya, wê bizanibûya ku kʼî ye û yeke çawa ye destê xwe daye Wî», çimkî yeke çʼeʼvder bû.


Tʼevî Wî du qaçax jî xaç kirin, yek li milê Wîyî rʼastê, yê din li milê Wîyî çʼepê.


Ewî li wan vegerʼand û got: «Ez nizanim Ew gunekʼar e, yan na, lê ez tʼenê tiştekî zanim ku ez kor bûm û niha dibînim».


Wê sihʼetê eʼrd qayîm hʼejîya, ji dehe pʼara pʼareke bajêr hilşîya û wê eʼrdhʼejêda hʼeft hʼezar meriv mirin, yêd mayîn jî çʼeʼvtirsîyayî bûn, şikirî didane Xwedêyê eʼzmên.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite