Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 9:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Hingê hineke ji fêrisîya got: «Ev meriva ne ji Xwedê ye, çimkî Ew rʼoja şemîyê xwey nake». Lê hineka jî digot: «Merivekî gunekʼar çawa dikare van kʼeremeta bike?» Bi vî awayî nav wanda bû dutîretî.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

16 Hinekan ji Fêrisiyan got: «Ev mirov ne ji Xwedê ye, çimkî ew Şemiyê nagire.» Lê hinekan jî got: «Ma mirovekî gunehkar çawa dikare nîşanên weha çêke?» Û di navbera wan de dubendî derket.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Һьнге һьнәкә жь ферьсийа гот: «Әв мәрьва нә жь Хԝәде йә, чьмки Әԝ рʼожа шәмийе хԝәй накә». Ле һьнәка жи дьгот: «Мәрьвәки гӧнәкʼар чаԝа дькарә ван кʼәрәмәта бькә?» Бь ви аԝайи нав ԝанда бу дӧтирәти.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 هِندَ فَریسیا گُتن: «اَو مِرُوَ ژه آلیه خدا نینَ، چون گو رُژا شَنبیه خُدان ناگَت.» بله اَونه دی گُتن: «چاون مِرُوَگه گُنَهکار دِگاریت نیشانِت وِسا بینیتَ جی؟» و نابَینا واندا جُداتی کَت.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 9:16
18 Referans Kwoze  

Bona vê xeberdanê dîsa nava cihûyada bû dutîretî.


Bi vî awayî nav eʼlaletêda, li ser Wî dutîretî pêşda hat.


Nav eʼlaletêda bona Wî gelek xeberdan diçû. Hineka digot: «Ew merivekî qenc e», hineka jî digot: «Na, Ew cimeʼtê ji rʼê derdixe».


Eva şev hate cem Îsa û jêrʼa got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêrʼa be, tʼu kes nikare bike».


Gava fêrisîya ev yek dît, Wîrʼa gotin: «Hela binihêrʼe, şagirtêd Te tiştê necayîzî rʼoja şemîyê dikin».


Heger Min nav wanda nekirana, ew kirêd ku tʼu kesî nekirine, gunêd wanê tʼunebûna. Lê niha dîtin, hin jenîyane Min, hin jî Bavê Min.


Min bawer bikin, ku Ez nava Bavêda me û Bav jî nava Minda ye. Lê heger na, hema pê van kirêd Min bawer bikin.


Awa cara duda wana gazî wî merivê ku kor bû kirin û gotinê: «Ber Xwedê rʼast bêje! Em zanin ku Ew Meriva gunekʼar e».


Li ser vê yekê cihû hevrʼa kʼetine deʼwê û gotin: «Eva çawa dikare bedena Xwe bide me ku em bixwin?»


Lê ew şeʼdetîya bona Min ser şeʼdetîya Yûhʼennarʼa ye. Çimkî ew şixulêd ku Bavê spartine Min, wekî Ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yêd ku Ez dikim, şeʼdetîyê bona Min didin, ku Bavê Ez şandime.


Lê dutîretî kʼete bajêr, hinek li alîyê cihûya bûn, hinek jî li alîyê şandîya.


Merivek li wir hebû, ku destê wî kʼişîyabû. Hineka dixwest ku xeyba Îsa bikirana, ji Wî pirsîn û gotinê: «Cayîz e ku meriv rʼoja şemîyê nexweşa qenc bikin?»


Lê serwêrê kʼinîştê hêrs kʼet, ku Îsa rʼoja şemîyê nexweş qenc kir û eʼlaletêrʼa got: «Şeş rʼoj bona şixulkirinê hene, hûn nava wan rʼojada dikarin bên qenc bin, ne ku rʼoja şemîyê».


Eva nîşana Îsaye pêşin bû, ku Wî Qanaya Celîlêda kir. Bi vî awayî Ewî rʼûmeta Xwe da xuyakirinê û şagirtêd Wî bawerîya xwe Wî anîn.


Hingê cihûya wî merivê qencbûyîrʼa got: «Îro şemî ye! Qanûn îzinê nade ku tu berʼa xwe hildî».


Heger hûn rʼoja şemîyê zarʼa sinet dikin wekî Qanûna Mûsa netʼerʼibe, îdî çima hûn hêrsa xwe li ser Min rʼadikin, wekî Min rʼoja şemîyêda merivek serda-pêda qenc kir?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite