Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 8:58 - Peymana Nû (Încîl)

58 Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hê berî Birahîm EZ HEME».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

58 Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ji beriya bûyîna Birahîm ez heme.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

58 Иса ԝанрʼа гот: «Әз рʼаст бе хельф ԝәрʼа дьбежьм, һе бәри Бьраһим ӘЗ ҺӘМӘ».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

58 عیسی گُتَ وان: «بَراستی، بَراستی، اَز بُ وَ دِبِژِم، پِش هِنده گو ابراهیم هَبیت، اَز هَمَ!»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 8:58
24 Referans Kwoze  

Ew berî her tiştî hebû û her tişt bi saya serê Wî cîyê xweda dimînin.


Bavo, bi wê rʼûmeta Mine ku hê berî eʼfirandina dinyayê li cem Te hebû niha Min rʼûmet ke li ber Xwe.


«Ez Alfa û Omêga me», Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê dibêje, Yê ku heye, Yê ku hebû û Yê ku wê bê.


Îsa Mesîh duhu, îro û hʼeta-hʼetayê yek e.


Ya Bavo, Ez dixwazim wekî yêd ku Te dane Min, Ez li kʼu bim, ew jî tʼevî Min bin, wekî ew rʼûmeta ku Te daye Min bibînin, çimkî hê berî eʼfirandina dinyayê Te Ez hʼiz kirime.


Milyakʼetê civîna Simîrnayêrʼa binivîse bêjê: Ewî Pêşin û Paşin, Yê ku mir û ji nava mirîya rʼabû aha dibêje:


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, heger yek gotina Min xwey ke, ew tʼu car mirinê nabîne».


ku got: «Çi tiştê ku tu dibînî, kʼitêbêda binivîse û her hʼeft civînarʼa bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tîyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne».


Îsa li wan vegerʼand û got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, her kesê ku guna dike, ew xulamê guna ye.


Bona vê yekê Min werʼa got, ku hûnê nav gunêd xweda bimirin. Heger hûn bawer nekin ku EZ EW IM, hûnê nav gunêd xweda bimirin».


Hingê Îsa wanrʼa got: «Kʼengê hûn Kurʼê Mêriv bilind kin, hûnê hingê bizanibin ku EZ EW IM û Min qet tʼu tişt xweserîxwe nekirîye, lê Bavê çawa Ez hîn kirime, Ez usa xeber didim.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Min werʼa got, lê we bawer nekir. Ew kirêd ku Ez bi navê Bavê Xwe dikim, ew bona Min şeʼdetîyê didin,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite