Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 8:51 - Peymana Nû (Încîl)

51 Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, heger yek gotina Min xwey ke, ew tʼu car mirinê nabîne».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

51 Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, eger yek gotina min bigire, ew tu caran mirinê nabîne.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

51 Әз рʼаст бе хельф ԝәрʼа дьбежьм, һәгәр йәк готьна Мьн хԝәй кә, әԝ тʼӧ щар мьрьне набинә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

51 بَراستی، بَراستی، اَز بُ وَ دِبِژِم، هَگو کَسَگ همو جاره کلاما مِن بینیتَ جی، چه جارا مِرِنه نابینیت.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 8:51
15 Referans Kwoze  

Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye.


Wê xebera ku Min werʼa gotîye bînine bîra xwe, ku: ‹Xulam ne ser axayê xwerʼa ye›. Heger Ez zêrandime, wê we jî bizêrînin. Heger gotina Min xwey kirine, wê gotina we jî xwey kin.


Lê ev e ew nanê ku ji eʼzmên hatîye xwarê, wekî her kesê ku jê bixwe nemire.


û wîrʼa gotibû: «Hʼeta ku tu Mesîhê Xudan nebînî, namirî».


Bi bawerîyê Henox ji dinê hate hilatinê, ku mirinê nebîne. Ew tʼu cîyî kʼifş nebû, çimkî Xwedê ew hildabû. Nivîsarêda hatîye gotinê, ku berî hilatina wî, ew li Xwedê xweş hatibû.


Hûn Wî qet nas nakin, lê Ez Wî nas dikim. Heger Ez bêjim, Ez Wî nas nakim, Ezê jî mîna we derew derêm, lê Ez Wî nas dikim û gotina Wî xwey dikim.


Îsa dîsa tʼevî wan xeber da û got: «Ez im rʼonaya dinyayê. Ewê ku pey Min bê, wê tʼu car teʼrîyêda negerʼe, lê wê rʼonaya wîye jîyînê hebe».


Ez rʼast werʼa dibêjim, hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv bi Pʼadşatîya Xweva tê nebînin».


Hingê cihûya jêrʼa got: «Îdî em zanin ku Tu cina dikʼevî! Birahîm jî mir, pʼêxember jî mirin û niha Tu dibêjî: ‹Heger yek gotina Min xwey ke, tʼu car namire›.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Her kesê ku Min hʼiz bike, wê gotina Min xwey ke, Bavê Minê jî wî hʼiz bike û Emê bêne cem wî, tʼevî wî bimînin.


Min Tu wan merivava eʼyan kirî, yêd ku Te ji dinyayê dane Min. Ew yêd Te bûn, Te ew dane Min û wana gotina Te xwey kir.


Lê em niha Îsa bi rʼûmet û hurmet kʼofî li sêrî dibînin, Yê ku hinek wext bona cefê mirinê ji milyakʼeta hatibû nimizkirinê, wekî bi kʼerema Xwedê bona hʼemûya mirin bidîta.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite