Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 8:47 - Peymana Nû (Încîl)

47 Ewê ku ji Xwedê ye, gotinêd Xwedê dibihê. Bona wê yekê hûn gotinêd Xwedê nabihên, çimkî hûn ne ji Xwedê ne».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

47 Yê ku ji Xwedê be, gotinên Xwedê dibihîze; ji ber ku hûn ne ji Xwedê ne, hûn nabihîzin.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

47 Әԝе кӧ жь Хԝәде йә, готьнед Хԝәде дьбьһе. Бона ԝе йәке һун готьнед Хԝәде набьһен, чьмки һун нә жь Хԝәде нә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

47 هَچی کَسه گو ژه خدایَ، گوهه دِدَتَ کلاما خدا؛ بله اون گوهه نادَنَ کلاما خدا، چون گو اون ژه خدا نینِن.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 8:47
17 Referans Kwoze  

Her kesê ku xwe pêşda davêje û nava hînkirina Mesîhda namîne, Xwedêyê wî tʼune. Yê ku nava hînkirina Mesîhda dimîne, bona wî Bav jî heye, Kurʼ jî heye.


Hingê Pîlato jêrʼa got: «Wekî usa ye Tu pʼadşa yî?» Îsa cab da û got: «Tu xwexa dibêjî Min ku: ‹Tu pʼadşa yî›. Ez bona vê yekê bûme û bona vê yekê hatime dinyayê, wekî bona rʼastîyê şeʼdetîyê bidim. Her kesê ku ji alîyê rʼastîyê ye, guh dide dengê Min».


Zarʼêd Xwedê û zarʼêd mîrêcin bi vê yekê ji hev têne firqîkirinê: Ewê ku rʼastîyê nake, ew ne ji Xwedê ye û usa jî ewê ku birê xwe hʼiz nake.


Lê çimkî Ez rʼastîyê dibêjim, hûn Min bawer nakin.


Ez zanim ku hûn ji zurʼeta Birahîm in, lê hûn dikin ku Min bikujin, çimkî xeberêd Min dilê weda cî nabin.


Çima hûn tiştêd ku Ez dibêjim feʼm nakin? Çimkî hûn nikarin gotinêd Min bibin.


Û Wî got: «Bona vê yekê Min werʼa got: Kesek nikare bê cem Min hʼeta ku ew ji alîyê Bavêda jêrʼa nehatibe dayînê».


Delalo, çʼeʼv nede xirabîyê, lê qencîyê. Ewê ku qencîyê dike, ji Xwedê ye, lê ewê ku xirabîyê dike, ewî Xwedê nedîtîye.


Her kesê ku bawer dike, Îsa, Mesîh e, ew ji Xwedê bûye û her kesê ku Bavê hʼiz dike, ew zarʼa Wî jî hʼiz dike.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, wext tê û pêrʼa gihîştîye jî, ku mirîyê dengê Kurʼê Xwedê bibihên û ewêd ku bibihên wê bijîn.


Ewê ku Min tʼexsîr dike û gotinêd Min qebûl nake, yek heye ku wê dîwana wî bike, awa gotî ew gotina ku Min gotîye, ewê Rʼoja Axretê dîwana wî bike.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite