Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 8:46 - Peymana Nû (Încîl)

46 Ji we kʼî dikare îzbat ke, ku gunê Min heye? Awa heger rʼastîyê dibêjim, çima hûn Min bawer nakin?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

46 Kî ji we dikare nîşan bide ku guneh li ba min heye? Madem ez rastiyê dibêjim, çima hûn ji min bawer nakin?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

46 Жь ԝә кʼи дькарә избат кә, кӧ гӧне Мьн һәйә? Аԝа һәгәр рʼастийе дьбежьм, чьма һун Мьн баԝәр накьн?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

46 کیشگَ وَ دِگاریت مِن بَر خاطره گُنَهَگه محکوم گَت؟ هَگو اَز راستیه دِبِژِم، بُچی اون ایمانه ناینَ مِن؟

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 8:46
12 Referans Kwoze  

Serekkʼahînekî meyî usa tʼune, ku bêtʼaqetîyêd meda dilê Wî ser me neşewite, lê Ew ji hʼemû alîyada cêrʼibandî ye mîna me, lê tʼenê bêgune.


Îdî Ezê tʼevî we gelekî xeber nedim, çimkî va ye serwêrê vê dinyayê tê. Hʼukumê wî qet ser Min tʼune,


Lê gava wan serhev-serhev dipirsîn, Ewî serê Xwe bilind kir û wanrʼa got: «Nava weda kʼî bêgune ye, bira kevirê pêşin ew bavêje wê».


Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: «Heger em bêjin: ‹Ji eʼzmên bû›, Ewê bêje: ‹Lê we çima ew bawer nekir?›


Hʼukumê nixumandina Yûhʼenna ji kʼu bû, ji eʼzmên bû, yan ji meriva bû?» Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: «Heger em bêjin: ‹Ji eʼzmên bû›, Ewê merʼa bêje: ‹Lê we çima ew bawer nekir?›


Ewî gune nekir û zarê Wîda hʼilekʼarî tʼunebû.


Awa hema merʼa rʼast serekkʼahînekî aha lazim bû, pîroz, bêsûc, bêqusûr, ji gunekʼara cudebûyî û ji eʼzmana jortir çûyî.


Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.


Hingê Pîlato jêrʼa got: «Wekî usa ye Tu pʼadşa yî?» Îsa cab da û got: «Tu xwexa dibêjî Min ku: ‹Tu pʼadşa yî›. Ez bona vê yekê bûme û bona vê yekê hatime dinyayê, wekî bona rʼastîyê şeʼdetîyê bidim. Her kesê ku ji alîyê rʼastîyê ye, guh dide dengê Min».


Gava Ew bê, Ewê gunêd merivêd dinê bide rʼûyê wan, heqî-neheqîyê li ber wan veke û dîwana Xwedê wanva eʼyan ke.


Heger hûn tʼemîyêd Min xwey kin, hûnê hʼizkirina Minda bimînin, çawa ku Min tʼemîyêd Bavê Xwe xwey kirin û hʼizkirina Wîda dimînim.


Ewê ku ji Xwedê ye, gotinêd Xwedê dibihê. Bona wê yekê hûn gotinêd Xwedê nabihên, çimkî hûn ne ji Xwedê ne».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite