Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 8:31 - Peymana Nû (Încîl)

31 Hingê Îsa gote wan cihûya, yêd ku bawerîya xwe Wî anîn: «Heger hûn ser hînkirina Min bimînin, hûnê rʼast şagirtêd Min bin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

31 Îsa ji Cihûyên ku bawerî bi wî anîbûn re got: «Eger hûn di peyva min de bimînin, bi rastî jî hûn şagirtên min in.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

31 Һьнге Иса готә ԝан щьһуйа, йед кӧ баԝәрийа хԝә Ԝи анин: «Һәгәр һун сәр һинкьрьна Мьн бьминьн, һуне рʼаст шагьртед Мьн бьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 ایجا عیسی گُتَ اَو یهودیه گو ایمان اینا بونَ وی: «هَگو اون ناو کلاما مِدا بِمینِن، بَراستی اون شاگِرده مِنِن.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 8:31
25 Referans Kwoze  

Her kesê ku xwe pêşda davêje û nava hînkirina Mesîhda namîne, Xwedêyê wî tʼune. Yê ku nava hînkirina Mesîhda dimîne, bona wî Bav jî heye, Kurʼ jî heye.


Lê tu, nava wan tiştada bimîne, çi ku hîn bûyî û wê bawerîyêda jî guman bûyî. Tu zanî ji kʼîjana hîn bûyî,


Lê ewê ku çʼeʼvê xwe ji qanûna kʼamile ku aza dike nabirʼe û nava wêda dimîne, dibihê bîr nake, lê diqedîne, ew wan kirinêd xweda xwezilî ye.


Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe. Her gav nava wanda bimîne, çimkî bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kʼîjanêd guhdarîya te dikin.


Lê tʼenê gerekê hûn bawerîyêda hʼîmgirtî qewîn bimînin û ji wê gumana Mizgînîyê nekʼevin, ya ku we bihîst û wan hʼemûyarʼa, yêd ku bin pʼerʼê eʼzmênda dimînin hate dannasînkirinê. Û ez, Pawlos bûme berdestîyê wê.


Çimkî em tʼevî Mesîh bûne xweyîpʼar, heger tʼenê em wê bawerîyê ji serîda hʼeta xilazîyê qewîn bigirin.


Dilê şagirta dişidandin û dil didane wan, ku bawerîyêda bimînin û digotin: «Gerekê em bi gelek cefakʼişandinê bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê».


Awa çi ku we pêşda bihîstîye, bira ew nava weda bimîne. Heger ew tiştê we pêşda bihîstîye nava weda bimîne, hûnê jî nava Kurʼ û Bavêda bimînin.


Awa dîna xwe bide şîrinayî û hʼişkîya Xwedê, Ew hʼişk e hindava ji rʼêkʼetîyada û şîrin e hindava teda, heger nava şîrinayîyêda bimînî. Lê heger na, tê jî bêyî birʼînê.


Jîyîna hʼeta-hʼetayê wê bide wan, yêd ku tʼimê bi dûmika dirêj nava kirinêd qencda ne, ku hurmetê, rʼûmetê û nemirîyê dixwazin.


Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke, ewê xilaz be.


Awa heger Kurʼê Xwedê we aza ke, hûnê rʼastî aza bin.


Çimkî bedena Min xwarina rʼast e û Xûna Min jî vexwarina rʼast e.


Gava civîna kʼinîştê bela bû, gelek cihû û ji necihûyêd ku hatibûne ser bawerîya cihûya pey Pawlos û Barnabas diçûn. Wanarʼa xeber didan û dil didane wan, wekî tʼimê nava kʼerema Xwedêda bimînin.


Hinek ji nava me derkʼetin, lê ew ne ji me bûn. Heger ew ji me bûna, wê tʼevî me bimana. Lê ew ji nava me derkʼetin, ku eʼyan be, ew hʼemû ne ji me bûn.


lê ne mîna wê peymana ku Min tʼevî kal-bavêd wan girêda, wê rʼoja ku Min destê wan girt, wekî ji Misirê derxim. Ewana nava peymana Minda neman, Min jî destê Xwe ji wan kʼişand, Xudan dibêje.


Lê jin hʼalê zarʼanînêda jî wê xilaz be, heger bi berbihêrîyê nava bawerîyê, hʼizkirinê û paqijayîyêda bimînin.


Gava Îsa dît ku Natanyêl berbi Wî tê, derheqa wîda got: «Va ye îsraêlîkî heqî-hʼelal ku dilê wîda mixenetî tʼune».


Lê min ji Xwedê kʼomek stand û hʼeta îro ez mame, şeʼdetîyê didime biçʼûk û mezina. Tiştekî zêde jî ji wan tiştêd ku pʼêxembera û Mûsa gotibûn wê bibin, min negotîye:


Îsa û şagirtêd Wî jî bona deʼwatê hatibûne tʼeglîfkirinê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite