Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 7:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Îsa li wan vegerʼand û got: «Hînkirina Min ne ji Min e, lê ji Wî ye, Yê ku Ez şandime.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

16 Îsa bersîva wan da û got: «Hînkirina min ne ji min, lê ji yê ku ez şandime tê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Иса ль ԝан вәгәрʼанд у гот: «Һинкьрьна Мьн нә жь Мьн ә, ле жь Ԝи йә, Йе кӧ Әз шандьмә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 بَجا عیسی جیوابا واندا گُت: «عِلمه مِن ژه مِن بوخو نینَ، بَلگو ژه ویَ گو اَز رِگِرِمَ.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 7:16
14 Referans Kwoze  

Ewê ku Min hʼiz nake, ew gotinêd Min xwey nake. Evê gotina ku hûn dibihên ne ya Min e, lê ya Bavê Min e, ku Ez şandime.


Tu bawer nakî ku Ez nava Bavêda me û Bav nava Minda ye? Ev xeberêd ku Ez werʼa dibêjim, ne ku xweserîxwe dibêjim, lê ew Bavê ku nava Minda dimîne, Ew e ku ya Xwe dike.


Ew xeberêd ku Te dane Min, Min jî dane wan û wana ew qebûl kir, ewê rʼastîyê pê hʼesîyan, ku Ez ji Te hatime û bawer kirin ku Te Ez şandime.


Ez Xwexa nikarim tiştekî bikim. Çawa ku Ez dibihêm, usa jî dîwanê dikim. Dîwankirina Min rʼast e, çimkî Ez ne ku li xwestina Xwe digerʼim, lê xwestina Yê ku Ez şandime.


Min xebera Te gîhande wan û dinya jenîya wan, çimkî ew ne ji dinyayê ne, çawa ku Ez ne ji dinyayê me.


Hingê Îsa wanrʼa got: «Kʼengê hûn Kurʼê Mêriv bilind kin, hûnê hingê bizanibin ku EZ EW IM û Min qet tʼu tişt xweserîxwe nekirîye, lê Bavê çawa Ez hîn kirime, Ez usa xeber didim.


Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, tiştê ku em zanin wê dibêjin, tiştê ku me dîtîye şeʼdetîya wê didin. Lê belê hûn şeʼdetîya me qebûl nakin.


Tʼu kes nikare bê cem Min, hʼeta Bavê ku Ez şandime, wî berbi Min nekʼişîne. Û Rʼoja Axretê Ezê wî ji mirinê rʼakim.


Ewê ku ji jor hatîye, Ew ser hʼemûyarʼa ye. Ewê ku ji vê dinê ye, ew yê vê dinê ye û ew ji vê dinê xeber dide. Lê Ewê ku ji eʼzmên hatîye, Ew ser hʼemûyarʼa ye.


Eva eʼyantîya Îsa Mesîh e, kʼîjan Xwedê da Wî, wekî ew wan tiştêd ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamêd Wî ke. Îsa pê destê milyakʼetê Xwe şand û eʼlamî xulamê Xwe Yûhʼenna kir.


Her kesê ku xwe pêşda davêje û nava hînkirina Mesîhda namîne, Xwedêyê wî tʼune. Yê ku nava hînkirina Mesîhda dimîne, bona wî Bav jî heye, Kurʼ jî heye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite