Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 7:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Lê nîvê cejinêda Îsa hevraz çû kʼete pʼaristgehê û dest bi hînkirinê kir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Îcar di nîvê cejnê de Îsa derket Perestgehê û dest bi hînkirinê kir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Ле ниве щәжьнеда Иса һәвраз чу кʼәтә пʼарьстгәһе у дәст бь һинкьрьне кьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 وقته گو نِویا هَفتیا عَیده دَرباز بِبو، عیسی هاتَ ناو معبده و دَستبه دَرس دایینه گِر.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 7:14
16 Referans Kwoze  

Hingê Îsa pʼaristgehêda wextê hînkirinê dengê Xwe bilind kir û got: «Hûn Min nas dikin û zanin ku Ez ji kʼu me? Ez xweserîxwe nehatime. Lê Yê ku Ez şandime, Ew ser rʼastîyê ye, hûn Wî nas nakin.


Û her rʼoj pʼaristgehêda hîn dikir, lê serekêd kʼahîna, qanûnzan û giregirêd cimeʼtê pey kʼetibûn, ku çawa Wî bikujin.


Îsa cab da û got: «Min dinyayêrʼa aşkere xeber daye, her gav kʼinîştada usa jî pʼaristgehêda, kʼîderê ku hʼemû cihû dicivîyan hîn dikirin. Min tʼu tişt dizîva negotîye.


Serê sibehê zû Ew dîsa vegerʼîya pʼaristgehê, tʼemamîya cimeʼtê hate cem Wî. Ew rʼûnişt û destpêkir ew hîn kirin.


Rʼoja xilazîyê, rʼoja cejinêye here eʼzîz, Îsa sekinî û bi dengekî bilind got: «Heger yek tʼî ye, bira bê cem Min û vexwe.


Gava Cejina cihûyaye Hʼolikçêkirinê nêzîk bû,


Pey vê yekêrʼa Îsa ew pʼaristgehêda dît û jêrʼa got: «Binihêrʼe, tu qenc bûyî! Îdî guna neke, wekî tiştekî hê xirab neyê serê te».


Wê gavê Îsa eʼlaletêrʼa got: «Tê bêjî we ser qaçaxekîda girtîye, ku hûn bi dara û şûra hatine Min bigirin? Ne Ez her rʼoj tʼevî we pʼaristgehêda rʼûdiniştim Min hûn hîn dikirin, lê we Ez nedigirtim.


Îsa kʼete pʼaristgehê û hʼemûyêd ku pʼaristgehêda tʼucaretî dikirin derxistin. Tʼextêd pʼereguhêrʼa û kʼursîyêd kevotkfiroşa welgerʼandin


Îsa ev xeber pʼaristgehêda wextê hînkirina Xwe gotin, li wê oda ku dîyarî têda dihate tʼopkirinê, lê kesî Ew negirt, çimkî hê wextê Wî nehatibû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite