Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 7:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Nav eʼlaletêda bona Wî gelek xeberdan diçû. Hineka digot: «Ew merivekî qenc e», hineka jî digot: «Na, Ew cimeʼtê ji rʼê derdixe».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Di nav elaletê de li ser wî gelek tişt dihatin gotin. Hinekan digot: «Ew mirovekî qenc e», hinekan jî digot: «Na, ew xelkê dixapîne.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Нав әʼлаләтеда бона Ԝи гәләк хәбәрдан дьчу. Һьнәка дьгот: «Әԝ мәрьвәки ԛәнщ ә», һьнәка жи дьгот: «На, Әԝ щьмәʼте жь рʼе дәрдьхә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 و راستا ویدا ناو خلقه دا گَلَک پِچَ پِچ هَبو. هِندَگا دِگُتن: «اَو مِرُوَگه باشَ.» بله هِندَگه دی دِگُتن: «نه! اَو خلقه ره دِدَرخینیت.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 7:12
20 Referans Kwoze  

Hingê hineke ji fêrisîya got: «Ev meriva ne ji Xwedê ye, çimkî Ew rʼoja şemîyê xwey nake». Lê hineka jî digot: «Merivekî gunekʼar çawa dikare van kʼeremeta bike?» Bi vî awayî nav wanda bû dutîretî.


Hingê fêrisîya li wan vegerʼand û gotin: «Îdî ewî hûn jî ji rʼê derxistine?


Fêrisîya ew gote-gota derheqa Wîda ji nava cimeʼtê bihîst û serekêd kʼahîna nobedar şandin, wekî Wî bigirin.


Her tiştî bê bîntengî û bê şerʼ û deʼw bikin,


Degme bona merivekî rʼast yek bimire, belkî bona merivekî qenc yekê biwêre bimire,


Barnabas merivekî qenc, Rʼuhʼê Pîroz û bawerîyêva tʼijî bû. Gelek cimeʼt ser bawermendêd Xudanda zêde bû.


Li wî vegerʼandin û gotin: «Dibe ku tu jî ji Celîlê yî? Kʼûr eʼnene ke, tê bibînî ku ji Celîlê tʼu pʼêxember dernakʼevin».


Gava van meriva dît ku Îsa ev nîşan kir, gotin: «Rʼast Ev e ew pʼêxemberê ku wê bihata dinyayê!»


Merivekî qencî şîrhʼelal û endemê civîna giregira cihûya hebû, navê wî Ûsiv.


Sersed ev tiştê bûyî ku dît, şikirî da Xwedê û got: «Rʼastî Eva merivekî rʼast bû».


Îsa wîrʼa got: «Tu çima Minrʼa dibêjî qenc? Qenc tʼenê Xwedê ye, pêştirî Wî kesekî din tʼune.


Û saw kʼete ser hʼemûya, şikirî didane Xwedê û digotin: «Pʼêxemberekî mezin nava meda derkʼetîye!» û: «Xwedê serîk daye miletê Xwe!»


Merivê qenc, ji xizna dilê xweyî qenc, qencîyê dertîne, lê merivê xirab, ji xizna dilê xweyî xirab xirabîyê dertîne. Çimkî dilê wî çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje.


û gotin: «Em xulam, tê bîra me, ku Ewî derewîn saxtîya Xweda gotibû: ‹Ezê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabim›.


Kirin ku Wî bigirin, lê ji eʼlaletê tirsîyan, çimkî Ew weke pʼêxemberekî qebûl dikirin.


Besî şagirt e, wekî mîna dersdarê xwe be û xulam jî mîna axayê xwe be. Heger malxê malêrʼa ‹Belzebûl› gotin, hingê neferêd wîrʼa wê çi bêjin?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite