Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 6:63 - Peymana Nû (Încîl)

63 Rʼuhʼ jîyînê dide, beden berga tiştekî nagire. Ew xeberêd ku Min werʼa gotin, Rʼuhʼ û jîyîn in.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

63 Yê ku jiyanê dide Ruh e; beden qet bi kêrî tiştekî nayê. Peyvên ku min ji we re gotine, ruh û jiyan in.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

63 Рʼӧһʼ жийине дьдә, бәдән бәрга тьштәки нагьрә. Әԝ хәбәред кӧ Мьн ԝәрʼа готьн, Рʼӧһʼ у жийин ьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

63 رِحا خدایَ گو ژیانه دِدَت؛ جسم گِیر چه شُله نایِت. قِسه گو مِن گُتنَ وَ، رِح و ژیانِن.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 6:63
31 Referans Kwoze  

Xebera Xwedê sax û zor e û ji her şûrê dudevî birʼatir e, ku derbazî hʼeta navbera rʼuhʼ û can, hestû û mejû dibe, nêt û fikirêd dila jî eʼnene dike.


Em ku bi saya Rʼuhʼ dijîn, bi rʼêberîya Rʼuhʼ bimeşin.


Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Xudan, emê herʼine cem kʼê? Gotinêd jîyîna hʼeta-hʼetayê cem Te ne.


Hûn ne ku ji havênê pʼûçʼ dîsa dinê kʼetine, lê ji yê nepʼûçʼ, ji xebera Xwedêye xweyîeʼmire hʼeta-hʼetayê.


Aha jî nivîsar e: «Merivê pêşin Adem, bû bînberekî sax», lê Ademê paşin bû rʼuhʼekî jîyîndayînê.


Awa bawerî ji bihîstinê tê û bihîstin jî ji gotinêd bona Mesîh.


Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê.


Û bona vê yekê jî em her gav rʼazîbûnê didine Xwedê: Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rʼast jî usa ye, ku nava we bawermendada Ya xwe dike.


Çimkî qanûna Rʼuhʼê ku jîyînê dide, bi saya Mesîh Îsa ez ji qanûna guna û mirinê xilaz kirim.


Ewî li gora qirara Xwe em bi xebera rʼastîyê ji Xwe dinê xistin, wekî em bibine awazekî berêd deremeta pêşine eʼfirînêd Wî.


Ew av sûretê nixumandinê bû, kʼîjan niha we xilaz dike. Ew nixumandin ne ku we ji qilêra bedenê dişo, lê ji îsafa rʼihʼet şeʼdetîk e li ber Xwedê. Ew yek bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya we xilaz dike,


Hîndarîya qalib kêrî hindik tiştî tê, lê ya xwedênasîyê kêrî her tiştî tê, sozê wê hin li vê dinê heye, hin jî li wê dinê.


Ber bayê cûrʼe-cûrʼe hînkirinêd xerîb nekʼevin. Qenc e ku dil bi kʼerema Xwedê bişide, ne ku bi qeyde-qanûnêd xwarin-nexwarinê. Ewêd ku pey tiştêd aha kʼetin, tʼu kesî kʼar nestand.


Belê ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî ew e, ku bibin eʼfirînekî nû.


Belê kʼara sinetîyê wê hebe, heger Qanûnê biqedînî. Lê heger tu Qanûnê ditʼerʼibînî, sinetbûna te dibe bêsinetî.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Çawa ku Bav dikare mirîya sax ke û jîyînê bide wan, usa jî Kurʼ dikare kʼîjana Ew dixwaze, jîyînê bide wan.


«Herʼin pʼaristgehêda bisekinin û cimeʼtêrʼa van hʼemû gotinêd vê jîyînê bêjin».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite