Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 5:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Evana hîvîya lihevkʼetina avê bûn, çimkî car-cara milyakʼetekî Xudan dikʼete avê û li hev dixist. Û pey lihevkʼetina avêrʼa, kʼê berî hʼemûya bikʼeta avê, ew ji nexweşîya xwe qenc dibû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Әвана һивийа льһәвкʼәтьна аве бун, чьмки щар-щара мьлйакʼәтәки Хӧдан дькʼәтә аве у ль һәв дьхьст. У пәй льһәвкʼәтьна аверʼа, кʼе бәри һʼәмуйа бькʼәта аве, әԝ жь нәхԝәшийа хԝә ԛәнщ дьбу.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 چون گو اَوان گُمان دِگِرِن مدَته جارَگه، میلیاکَتَگ ژه آلیه خاده ژُردا تِت و آوه دِچِلقینیت؛ یِکِمین مِرُوه گو پاشه چِلقاندِنا آوه دِچو ناو حَوضه دا، ژه هر جورَ نَساخیا گو هَبا شفا پَیدا دِگِر.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 5:4
18 Referans Kwoze  

Wan hêwangehada gelek nexweş pʼaldayî bûn: Yêd kor, şilûşeʼt û kʼût.


Merivek li wê derê hebû, ku nexweşê sî hʼeyşt sala bû.


Yê nexweş lê vegerʼand û gotê: «Ez xulam, kesekî min tʼune, wekî gava av li hev dikʼeve, min bavêje hʼewz. Hʼeta ez hʼizî didime xwe xwe bavêjimê, yekî din berî min xwe davêjê».


Lê berê pêşin li Pʼadşatîya Xwedê bigerʼin û bikin ku rʼastîya Wî biqedînin û ew hʼemûyê werʼa bêne dayînê.


Ji rʼojêd Yûhʼennayê nixumdar hʼeta niha Pʼadşatîya Eʼzmana bi zorbetîyê tê hʼicûmkirinê û yêd zorbe dikin ku zeftî xwe kin.


«Biceʼdînin, ku hûn derê tengrʼa bikʼevine hindurʼ, çimkî Ez werʼa dibêjim, gelekê bixwazin bikʼevinê û wê nikaribin.


Zemanê Qanûn û pʼêxembera hʼeta Yûhʼenna kʼişand, ji wir şûnda Pʼadşatîya Xwedê tê dannasînkirinê û her kes diceʼdîne bi qewatê bikʼeve wir.


Û ji we hinek usa bûn. Lê hûn ji guna hatine şûştinê, hûn hatine buhurtî-jibarekirinê, hûn rʼast hatine hʼesabê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Rʼuhʼê Xwedêyê me.


Lê heger em rʼonayêda bigerʼin, çawa ku Ew rʼonayêda ye, emê hevva tʼevgirêdayî bin û xûna Îsayê Kurʼê Wî wê me ji hʼemû guna paqij ke.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite