Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 5:39 - Peymana Nû (Încîl)

39 Hûn nivîsarada kʼûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye hʼeta-hʼetayê wanda ye û hema ew xwexa şeʼdetîya Min didin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

39 Hûn li Nivîsarên Pîroz dikolin, çimkî li gor bîr û baweriya we jiyana we ya herheyî di wan de ye û yên ku şahidiya min dikin jî ew in.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

39 Һун ньвисарада кʼур дьбьн, чьмки һун дьбежьн, жийина ԝәйә һʼәта-һʼәтайе ԝанда йә у һәма әԝ хԝәха шәʼдәтийа Мьн дьдьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

39 اون نِویسارِت مُقدس سَر و بِن دِگَن چون اون وَ فِکِر دِگَن گو وَ ناو واندا ژیانا اَبَدی هَیَ، حال اَو حالَ اَونَ اَو کِتِبِن گو سَر مِن شَهادَته دِدَن.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 5:39
51 Referans Kwoze  

Û Wî destpêkir ji Mûsa û hʼemû pʼêxembera, çi ku wan kʼitêbada bona Wî nivîsar bûn, wanarʼa şirovekirin.


û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».


Ev cihû ji yêd Tʼêsalonîkê serwaxttir bûn, xebera Xwedê bi dil û can qebûl kirin û her rʼoj nivîsarada kʼûr dibûn, kʼa ev tişt usa ne.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn xalifî ne, çimkî ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê.


Binelîyêd Orşelîmê û serwêrêd wan Îsa çawa Xilazkir nas nekirin, lê gava dîwana Wî kirin, gotinêd pʼêxemberaye ku her şemî dixûnin anîne sêrî.


Heger we Mûsa bawer bikira, weyê Ez jî bawer bikirama, çimkî ewî derheqa Minda nivîsîye.


Gelekî, bi her alîyava. Berê pêşin wê yekêva, ku gotinêd Xwedê li wan hatine spartinê.


Çima we ew nivîsar nexwendîye? ‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, ew bû serê eʼnîşkê.


Wî çaxî ez deverʼû çûme niga, ku serê xwe li ber wî daynim, lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan xûşk-birêd te me, kʼîjan eʼlametîya Îsaye rʼast xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne. Çimkî ew rʼastîya ku Îsa eʼlam kir ew pʼêxembera dide xeberdanê».


ya ku Wî hê pêşda nivîsarêd pîrozda bi zarê pʼêxemberêd Xwe soz dabû.


Egrîpa pʼadşa, tu pʼêxembera bawer dikî? Zanim ku tu bawer dikî».


Li wî vegerʼandin û gotin: «Dibe ku tu jî ji Celîlê yî? Kʼûr eʼnene ke, tê bibînî ku ji Celîlê tʼu pʼêxember dernakʼevin».


Lê yekî din heye ku bona Min şeʼdetîyê dide û Ez zanim ew şeʼdetîya ku Ew bona Min dide rʼast e.


Lê ew şeʼdetîya bona Min ser şeʼdetîya Yûhʼennarʼa ye. Çimkî ew şixulêd ku Bavê spartine Min, wekî Ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yêd ku Ez dikim, şeʼdetîyê bona Min didin, ku Bavê Ez şandime.


Hingê Birahîm wîrʼa got: ‹Heger guhdarîya Mûsa û pʼêxembera nakin, yek ji mirîya rʼabe jî, dîsa ewana bawer nakin›».


Lê ji ber wêva demana welatekî hê qencda bûn, awa gotî yê eʼzmanî. Lema Xwedê vê yekêda şermîyê nabîne, ku ew jêrʼa bêjin: «Xwedêyê me», çimkî Ewî bona wan bajarek hazir kirîye.


Bira xebera Mesîh bi dewlemendtîya xweva nava weda bimîne. Bi hʼemû serwaxtîyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûrʼe stiranêd rʼuhʼanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên.


Lê Birahîm gotê: ‹Mûsa û pʼêxemberêd wan hene. Bira guhdarîya wan bikin›.


Fîlîpo çû Natanyêl dît û jêrʼa got: «Me Ew dît, bona kʼîjanî Mûsa Qanûnêda û pʼêxembera jî nivîsarêd xweda salixê Wî dabûn, Îsayê Kurʼê Ûsivê ji Nisretê».


Kʼulfeta mirîyêd xwe saxbûyî standin. Hineka jî azayî nexwestin û nava cefada mirin, wekî ji mirinê rʼabin bigihîjine jîyîneke hê qenc.


Hingê Ewî wanrʼa got: «Hey însanêd bê fikir, hûn çiqasî giran hʼemû gotinêd pʼêxembera bawer dikin?


Lê hûn naxwazin bêne cem Min, wekî jîyîna we hebe.


Îsa caba wan da û got: «Mûsa çi tʼemî da we?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite