Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 5:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Wan hêwangehada gelek nexweş pʼaldayî bûn: Yêd kor, şilûşeʼt û kʼût.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3-4 Di wan eywanan de komeke mezin a nexweşan: Kor, şil û şeht û felcî vedizeliyan. Ew li benda çeliqandina avê diman.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Ԝан һеԝангәһада гәләк нәхԝәш пʼалдайи бун: Йед кор, шьлушәʼт у кʼут.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 ناو واندا گَلَک مِرُوِت نَساخ خو دِرِژ دِگِرِن، آنی مِرُوِت گُورَ، مِرُوِت شِل و مِرُوِت فلج. اَو هِویا چِلقاندِنا آوه بون،

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 5:3
12 Referans Kwoze  

Îsa li wan vegerʼand û got: «Herʼin, çi ku we dît û bihîst Yûhʼennarʼa bêjin: Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê.


Eʼlaleteke giran hate cem Wî, ku tʼevî xwe gelek seqet, kor, lal, şilûşeʼt û nexweşêd mayîn anîbûn û avîtine ber pʼîyêd Îsa. Ewî jî ew qenc kirin.


Awa xûşk-birano, sebir kin hʼeta hatina Xudan. Dîna xwe bidinê, cotkʼar hîvîya berê eʼrdêyî bi qîmet e, bona wê yekê sebir dike hʼeta barana pêşin û paşin lêde.


Lê heger gumana me li tiştê nedîtî ye, em bi sebirê hîvîyê bimînin.


Nav-dengê Wî li tʼemamîya Sûryayê bela bû, cimeʼtê her cûrʼe merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûrʼe-cûrʼe êş û cefada bûn: Yêd cinakʼetî, hîvkʼetî, şilûşeʼt û Ewî ew hʼemû jî qenc kirin.


Li Orşelîmê, li ber dergehê Pêz hʼewzek hebû, ku bi îbranî jêrʼa dibêjin Beytzatʼa, pênc hêwangehêd wê hebûn.


Evana hîvîya lihevkʼetina avê bûn, çimkî car-cara milyakʼetekî Xudan dikʼete avê û li hev dixist. Û pey lihevkʼetina avêrʼa, kʼê berî hʼemûya bikʼeta avê, ew ji nexweşîya xwe qenc dibû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite