Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 5:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, wext tê û pêrʼa gihîştîye jî, ku mirîyê dengê Kurʼê Xwedê bibihên û ewêd ku bibihên wê bijîn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

25 Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, wext tê û niha ye: Mirî wê dengê Kurê Xwedê bibihîzin û yên ku bibihîzin wê bijîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

25 Әз рʼаст бе хельф ԝәрʼа дьбежьм, ԝәхт те у перʼа гьһиштийә жи, кӧ мьрийе дәнге Кӧрʼе Хԝәде бьбьһен у әԝед кӧ бьбьһен ԝе бьжин.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 بَراستی، بَراستی، اَز بُ وَ دِبِژِم، زَمانَگ دیه بِگَهَشیت، و هَ نَهَ گَهَشتیَ ژی گو مِری دیه دَنگا گوره خدا بِبیهیسِن و اَونه گو دِبیهیسِن، دیه ساخ بِن.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 5:25
19 Referans Kwoze  

Li vê yekê eʼcêbmayî nemînin, çimkî wext nêzîk dibe, ku hʼemûyêd tʼirbada wê dengê Wî bibihên


çimkî her tiştê ku aşkere dibe, dibe rʼonayî. Bona vê yekê hatîye gotinê: «Xewixîyo, hʼişyar be! Ji nav mirîya rʼabe û Mesîh wê te rʼonayî ke».


gava em hê ji dest neheqîyêd xwe mirî bûn, Ewî tʼevî Mesîh em sax kirin. Bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne!


Lê belê wextê bê, îdî pêrʼa gihîştîye jî, ku yêd rʼast dihʼebînin wê bi Rʼuhʼ û Rʼastîyê Bavê bihʼebînin, çimkî Bav yêd aha dihʼebînin digerʼe.


Milyakʼetê civîna Sardeysêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft rʼuhʼêd Xwedê û hʼeft steyrkêd Wî hene, aha dibêje: Ez haş ji kirêd te heme, navê te heye yanê tu sax î, lê rʼast tu mirî yî.


Ewê ku ji Xwedê ye, gotinêd Xwedê dibihê. Bona wê yekê hûn gotinêd Xwedê nabihên, çimkî hûn ne ji Xwedê ne».


Û hûn wextekê bi rʼuhʼanî nava neheqîya û binyatʼa xweye gunekʼare nesinetkirîda mirî bûn, lê Xwedê hûn tʼevî Mesîh sax kirin. Ewî hʼemû neheqîyêd me baxşandine me


Hûn ji dest neheqî û gunêd xwe mirî bûn,


Bi nixumandinê em îdî tʼevî mirina Wî bûne û tʼevî Wî hatine definkirinê, wekî çawa Mesîh bi rʼûmeta Bavê ji mirinê rʼabû, usa jî emê bikaribin jîyîna nûda bijîn.


Çima hûn tiştêd ku Ez dibêjim feʼm nakin? Çimkî hûn nikarin gotinêd Min bibin.


Çawa ku Bav dikare mirîya sax ke û jîyînê bide wan, usa jî Kurʼ dikare kʼîjana Ew dixwaze, jîyînê bide wan.


Çimkî ev kurʼê min mirî bû, sax bû, undabûyî bû, hate dîtinê›. Û dest bi şayîyê kirin.


Lê Îsa wîrʼa got: «Bira mirî mirîyê xwe defin kin. Tu herʼe Pʼadşatîya Xwedê dannasîn ke».


Îsa jêrʼa got: «Eʼvdê, Min bawer bike, wextê bê, ku hûnê ne li vî çʼîyayî û ne jî li Orşelîmê Bavê bihʼebînin.


Gerekê em eşq û şa bûna, çimkî ev birê te mirî bû, sax bû û undabûyî bû, hate dîtinê›».


Çaxê Îsa ev yekana gotin, berê Xwe eʼzmênda kir û got: «Bavo, wext pêrʼa gihîştîye. Kurʼê Xwe rʼûmet ke, wekî Kurʼ jî Te rʼûmet ke.


Berî Cejina Derbazbûnê, Îsa zanibû ku sihʼeta Wî pêrʼa gihîştîye ku ji vê dinyayê derê û herʼe cem Bavê. Ewî hʼemûyêd Xweye ku vê dinyayêda hʼiz kiribûn, hʼeta dereca here bilind jî ew hʼiz kirin.


Ji şagirtêd Wî geleka gava ev xeber bihîstin, gotin: «Ev çi xeberne giran in! Kʼî dikare guhdarîya gotinêd Wî bike?»


Ewî li wan vegerʼand û got: «Min hêja werʼa got, lê we guhdarî nekir. Çima hûn dixwazin dîsa bibihên? Dibe ku hûn jî dixwazin bibine şagirtêd Wî?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite