Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 5:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Hingê Îsa li wan vegerʼand û got: «Bavê Min hʼeta niha şixulê Xwe dike, Ez jî dikim».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Hingê Îsa bersîva wan da: «Bavê min heta bi îro jî dixebite, ez jî dixebitim.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Һьнге Иса ль ԝан вәгәрʼанд у гот: «Баве Мьн һʼәта ньһа шьхӧле Хԝә дькә, Әз жи дькьм».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 بله عیسی جیوابا واندا گُت: «بابه مِن حَتا نَهَ شُل دِگَت، اَز ژی شُل دِگَم.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 5:17
15 Referans Kwoze  

Tu bawer nakî ku Ez nava Bavêda me û Bav nava Minda ye? Ev xeberêd ku Ez werʼa dibêjim, ne ku xweserîxwe dibêjim, lê ew Bavê ku nava Minda dimîne, Ew e ku ya Xwe dike.


Hʼeta ku rʼoj heye, gerekê em kirêd Wî bikin, Yê ku Ez şandime. Şev tê, hingê tʼu kesê nikaribe tiştekî bike.


Çimkî bi destê Wî her tiştêd li eʼrd û eʼzmana eʼfirîne, çi ku xuya dibin, çi ku xuya nabin, heger kʼursî yan xudantî bin, heger serwêrtî yan hʼukumetî bin, her tişt bi destê Wî û bona Wî eʼfirîne.


usa jî cûrʼe-cûrʼe karîn hene, lê xût ew Xwedê ye, ku van dayînada karînê dide her kesî.


Ew nûra rʼûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntîya Wî ye, Ew bi qewata xebera Xwe her tiştî xwey dike. Gava Ewî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir, li jor herema mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûnişt.


çimkî ‹em bi Wî dijîn, dimeşin û hene›. Çawa çend şayîrêd we jî gotine: ‹Em rʼast zarʼêd Wî ne›.


Lê Xwexa Xwe bê şeʼdetî nehişt, qencî werʼa kir, ji eʼzmên baran barand, rʼez jî demsalada dane we, bi xurekva hûn tʼêr kirin û şabûn jî kire dilê we».


Ne du çʼivîk bi diravekî çarqurʼûşê têne firotanê? Lê yek jî ji wan bêyî eʼmirê Bavê we nakʼeve eʼrdê.


Bona vê yekê îdî cihû pey Îsa kʼetin, çimkî Wî ev yekana rʼoja şemîyêda dikirin.


Bona vê yekê cihûya hê dikir ku Wî bikujin, çimkî Wî ne tʼenê rʼoja şemîyê tʼerʼibandibû, lê Xwedê kiribû Bavê Xwe û Xwe himberî Xwedê kiribû.


de îjar hûn Wîrʼa çawa dibêjin: ‹Tu Xwedê bêhurmet dikî›, Yê ku Bavê pîroz kir û şande dinyayê, çimkî Min got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›.


Û bona vê yekê jî em her gav rʼazîbûnê didine Xwedê: Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rʼast jî usa ye, ku nava we bawermendada Ya xwe dike.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite