Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 4:42 - Peymana Nû (Încîl)

42 û wê kʼulfetêrʼa gotin: «Em îdî ne ku pê gotina te bawer dikin, lê me xwexa bihîst û em zanin ku ev e rʼast Xilazkirê dinyayê».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

42 û wan ji jinikê re got: «Êdî bawerkirina me ne li ser gotina te ye, çimkî me bi xwe bihîst û em dizanin ku bi rastî jî Xilaskarê dinyayê ev e.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

42 у ԝе кʼӧлфәтерʼа готьн: «Әм иди нә кӧ пе готьна тә баԝәр дькьн, ле мә хԝәха бьһист у әм заньн кӧ әв ә рʼаст Хьлазкьре дьнйайе».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

42 اَوان دِگُتنَ اَوی ژِنگه: «اَم ایدی تِنه بَر خاطره قِسه تَ نینَ گو ایمانه تینِن، چون گو مَ بوخو قِسه وی بیهیستِنَ و اَم دِزانِن گو اَو مِرُوَ بَراستی نجاتگَره عالَمه یَ.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 4:42
23 Referans Kwoze  

Me dît û em şeʼdetîyê didin, ku Bavê Kurʼê Xwe şand, wekî bibe Xilazkirê dinyayê.


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Rʼoja dinê Yûhʼenna dît ku Îsa berbi wî tê, ewî got: «Va ye! Berxê Xwedê, Yê ku gunêd dinyayê hildide!


Bona vê yekê em dixebitin û diçerçirin, çimkî em gumana xwe li Xwedêyê sax tînin, ku Xilazkirê hʼemû meriva ye, îlahî Yê bawermenda.


Awa gotî Xwedê bi Mesîh dinya tʼevî Xwe li hev anî, neheqîyêd wan wanrʼa neheqî hʼesab nekirin û gotina lihevanînê sparte me.


Bi kesekî mayîn xilazbûn tʼune, çimkî bin pʼerʼê eʼzmênda navekî din merivarʼa nehatîye dayînê, ku em bikaribin bi wî xilaz bin».


Ew xeberêd ku Te dane Min, Min jî dane wan û wana ew qebûl kir, ewê rʼastîyê pê hʼesîyan, ku Ez ji Te hatime û bawer kirin ku Te Ez şandime.


«Werin Wî merivî bibînin, Yê ku hʼemû tiştêd ku min berê kiribûn minrʼa gotin. Gelo Ev e Mesîh?»


ku bibe rʼonayîya ber çʼeʼvê necihûya û qedir-hurmet cimeʼta Te Îsraêlrʼa».


Gava Îsa çû, Wî dît ku îdî ew çar rʼojê Lazar bû defin kiribûn.


Ewê kurʼekî bîne û tê navê Wî Îsa daynî, çimkî Ewê cimeʼta Xwe ji gunêd wan xilaz ke».


Geleka bona wê xeberdana Wî bawerîya xwe li Wî anîn


Xwedê Ew bilind kir danî li milê Xweyî rʼastê, ku bibe Rʼêber û Xilazkir, wekî mecala tʼobeyê û baxşandina guna bide Îsraêlê.


Ji zurʼeta wî Xwedê anegorî sozê Xwe Îsraêlrʼa Xilazkirek rʼakir, hema xût Îsa.


Ew e mecala baxşandina gunêd me û ne ku tʼenê gunêd me, lê gunêd tʼemamîya dinyayê jî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite