Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 4:34 - Peymana Nû (Încîl)

34 Îsa wanrʼa got: «Xwarina Min ew e, ku Ez xwestina Yê ku Ez şandime bikim û şixulêd Wî bînime sêrî.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

34 Îsa ji wan re got: «Xwarina min ew e, ku ez daxwaza wî yê ku ez şandime bikim û karên wî pêk bînim.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

34 Иса ԝанрʼа гот: «Хԝарьна Мьн әԝ ә, кӧ Әз хԝәстьна Йе кӧ Әз шандьмә бькьм у шьхӧлед Ԝи биньмә сери.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

34 عیسی گُتَ وان: «رِسقه مِن اَوَیَ گو اِرادا اَوه گو اَز رِگِرِمَ بینمَ جی و شُلا وی کامِل گَم.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 4:34
21 Referans Kwoze  

Çimkî Ez ji eʼzmên hatime xwarê, ne ku xwestina Xwe bikim, lê xwestina Wî, Yê ku Ez şandime.


Ez Xwexa nikarim tiştekî bikim. Çawa ku Ez dibihêm, usa jî dîwanê dikim. Dîwankirina Min rʼast e, çimkî Ez ne ku li xwestina Xwe digerʼim, lê xwestina Yê ku Ez şandime.


Min Tu li ser rʼûyê eʼrdê rʼûmet kirî, ew şixulê Te dabû Min ku Ez bikim Min anî sêrî.


Gava ku Îsa sirke vexwar, got: «Tʼemam qewimî!» Serê Xwe berjêr kir û rʼuhʼê Xwe da.


Hinekî pêşda çû Xwe deverʼûya avît dua kir û got: «Bavê Min! Heger dibe, bira ev kʼasa cefê ser Minrʼa derbaz be. Lê ne ku çawa Ez dixwazim, lê bira xwestina Te be».


Lê ew şeʼdetîya bona Min ser şeʼdetîya Yûhʼennarʼa ye. Çimkî ew şixulêd ku Bavê spartine Min, wekî Ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yêd ku Ez dikim, şeʼdetîyê bona Min didin, ku Bavê Ez şandime.


Lê Ewî wanrʼa got: «Xurekê Minî xwarinê heye, hûn nizanin».


Bona vê yekê Kurʼê Mêriv hat, wekî li yêd undabûyî bigerʼe û xilaz ke».


De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt.


Ez werʼa dibêjim, usa jî milyakʼetêd Xwedê bona gunekʼarekî ku tʼobe dike, şa dibin».


Min pê hʼemû şixulêd xwe nîşanî we kirîye, ku çawa gerekê bixebitin kʼomekê bidine kʼetîya û xebera Xudan Îsa bîr bînin ku got: ‹Xwezî li dayîya, ne ku li standîya›».


Çimkî ew nanê Xwedê dide ew e, ku ji eʼzmên tê xwarê û jîyînê dide dinyayê».


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Niha bihêle, çimkî li me dikʼeve ku em hʼemû rʼastîyê aha bînine sêrî». Paşê Yûhʼenna qayl bû.


Ewî wanrʼa got: «Hûn çima li Min digerʼîyan? We nizanibû gerekê Ez mala Bavê Xweda bim?»


Û Yê ku Ez şandime tʼevî Min e û Wî Ez tʼenê nehiştime, çimkî Ez her gav kirinêd ku Wî xweş tên, dikim».


Pey vê yekêrʼa Îsa zanibû her tiştêd ku wê bibûna îdî qewimîn, hingê Wî got: «Ez tʼî me», wekî nivîsar bê sêrî.


Îsa rʼabû tʼevî şagirtêd Xwe da pey wî çû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite