Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 4:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger te dayîna Xwedê bizanibûya û bizanibî Kʼî ye ku terʼa dibêje: ‹Avekê bide Min Ez vexwim›, teyê ji Wî av bixwesta û Ewî wê ava jîyînê bida te».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Îsa bersîva wê da û got: «Eger te bi dayîna Xwedê û yê ku ji te re dibêje: ‹Avê bide min ez vexwim› bizaniya, teyê jê bixwesta û wiyê ava jiyanê bida te.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Иса ле вәгәрʼанд у готе: «Һәгәр тә дайина Хԝәде бьзаньбуйа у бьзаньби Кʼи йә кӧ тәрʼа дьбежә: ‹Авәке бьдә Мьн Әз вәхԝьм›, тәйе жь Ԝи ав бьхԝәста у Әԝи ԝе ава жийине бьда тә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 عیسی جیوابا ویدا گُت: «هَگو تَ زانیبا گو دیاریا خدا چیَ، و تَ زانیبا کِیَ گو دِبِژیتَ تَ: ”گوشگَ آوه بِدَ مِن،“ تَیه بوخو ژه وی خاستِبا، و اَوی آوا ژیانه دیه دابا تَ.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 4:10
49 Referans Kwoze  

Lê ewê ku ji wê avê vexwe, ya ku Ez bidimê, ewê tʼu car tʼî nebe. Belê ew ava ku Ezê bidime wî, wê dilê wîda bibe kanîke avê, ku wê bona jîyîna hʼeta-hʼetayê bilq bide».


Çimkî ew Berxê ku goveka tʼextda ye, wê şivantîyê li wan bike, wan bibe ser kanîyêd ava jîyînê. Û Xwedê jî wê hʼemû hêsirêd çʼeʼvêd wan paqij ke».


Usa jî gote min: «Her tişt hate sêrî. Ez im Alfa û Omêga, Destpêbûn û Axirî. Ezê yêd tʼî, ji kanîya ava jîyînê bêheq bidime vexwarinê.


Çimkî Xwedê usa dinya hʼiz kir, ku Kurʼê Xweyî tayê tʼenê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe.


Rʼuhʼ û bûk dibêjin: «Were!» Ewê ku dibihê bira bêje: «Were!» Ewê ku tʼî ye bira bê, ewê ku ava jîyînê dixwaze bira bêheq bistîne.


Ewê ku hʼeyfa Wî Kurʼê Wî nehat, lê bona me hʼemûya da der, îdî wê çawa her tiştî tʼevî Wî pʼêşkʼêşî me neke?


û hʼemûya jî xût ew vexwarina rʼuhʼanî vexwar, çimkî ji wî Qeyayê rʼuhʼanî vedixwarin, Yê ku tʼevî wan diçû û ew Qeya Mesîh bû.


Îsa wanrʼa got: «Ez im nanê jîyînê. Her kesê ku bê cem Min, ew qet birʼçî nabe û her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, tʼu car tʼî nabe.


Ev e jîyîna hʼeta-hʼetayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê rʼastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye.


Ez im nanê jîyînê ku ji eʼzmên hatime xwarê. Kʼî ku ji Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî. Ew nanê ku Ezê bona jîyîna dinyayê bidim, ew bedena Min e».


Şikir ji Xwedê bona wê dayîna wîye ku nayê gotin!


Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zarʼêd xwe, lê Bavê eʼzmana wê çiqas zêde Rʼuhʼê Pîroz bide ewêd ku ji Wî dixwazin».


Çimkî bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne, pê bawerîyê û ev yek ne ji we ye, lê dayîna Xwedê ye.


Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin.


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Wê van tişta bikin, çimkî wana ne Bav nas kir û ne jî Ez nas kirim.


Xudan wîrʼa got: «Rʼabe herʼe wê kʼûça ku jêrʼa Rʼast dibêjin, mala Cihûdada bona yekî ji Tarsûsê navê wî Şawûl bipirse, çimkî va ye ew dua dike,


Çimkî yêd ku carekê hatine rʼonayîkirinê, pʼêşkʼêşa eʼzmên teʼm kirine û Rʼuhʼê Pîroz pʼar standin,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite